Piştî bombebarana leşkeran li Dêrsimê agir bi daristana ket

Piştî bombebarana leşkeran li Dêrsimê agir bi daristana ket

Li navçeya Pilûrê ya Dêrsimê şewata daristanê ya piştî bombebaran ku 3 roj berê destpê kiribû hêj didome. Hate zanin ku, heman daristan cara duwemîn ji aliyê hêlikopteran ve hate bombekirin û dîsa şewat derket.

Li navçeya Pilûrê ya Dêrsimê 3 roj berê helîkopteran herêma daristanî da ber bombeyan. Piştî bombebaranê li herêmê şewat derket. Şewata ku li nêzî gundên Torunoba û Keşişan derket 3 rojin didome. Şewata ku 3 roj berê piştî bombebarana helîkopterên kobra destpê kir, ji ber ku welatî nikarin mudaxale bikin didome.

Hate zanîn ku, helîkopteran herêm dîsa da ber bombeyan. Şewat li herêma Gogan û Topatanê jî belav bû. Hate diyarkirin ku, bi hezaran cureyên sewalan di nav şewata daristanê de jiyana xwe ji dest dan. Bêhna şewata daristanê û goştê sewalan li her derê belav bû.

Li aliyê din hate zanîn ku, li nêzî gundê Veng yê Pilûrê gêrîlayên HPG'ê rê kontrol kirin û kontrola nasnameyan kirin. Piştî gêrîla ji herêmê dûr ketin, leşkeran herêma Dola Akvanosê dan ber guleyan û şewata li daristanê derket didome.