Pirsgirêka Kurd nîne, pirsgirêka ‘Q’ heye…

Li navçeya Sason a Êlihê malbatekê xwest navê “Helqîs” li pitika xwe ya nû çêbûye bikin, lê ev daxwaz ji aliyê rayedarên midûriyeta nifûsê ve hat redkirin. Navê pitikê ya ji ber tîpa ‘Q’ nehat qebûlkirin kirin Helkiz

Li navçeya Sason a Êlihê malbatekê xwest navê “Helqîs” li pitika xwe ya nû çêbûye bikin, lê ev daxwaz ji aliyê rayedarên midûriyeta nifûsê ve hat redkirin. Navê pitikê ya ji ber tîpa ‘Q’ nehat qebûlkirin kirin Helkiz

HÛN DIKARIN NAVÊN KURDÎ BI TÎPÊN TIRKÎ BIDIN

Li navçeya Sason a Êlihê zarokeke keç ji malbata Aydin re çêbû. Destûr nehat dayîn malbat navê keça xwe bike Helqîs ku ji çiyayê Helqîs ê Sasonê tê. Hincet  ev e ku di alfebeya Tirkî de tîpa ‘Q’ qedexe ye.

Malbata Aydin a li TaXa Erdemlî ya navçeya Sason a Êlihê dijîn, navê Nefel, Bêrîtan û Siyabend li zarokên xwe yên din kirin. Malbatê navê Helqîz li zaroka xwe ya herî dawî hat dinyayê kirin. Malbatê dema xwet navê zaroka xwe qeyd bikin bi astengiya ‘Q’ a Midûriyeta Nifûsê ya Sasonê re rû bi rû hat.

‘Q’ NABE EM  ‘K’ BINIVISÎNIN

Davût Aydin diyar kir ku rayedarên Midûriyeta Nifûsê jêre gotine ku ji ber di alfabeya Tirk de tîpa ‘Q’ nîne, navê Helqîz’ nayê qebûlkirin û got: “Ev demeke dirêj e ez difikirîm vî navê li zaroka xwe bikim. Min ji pakêta demokratîkbûnê bawer kiribû. Lê belê zîhniyeta qedexeker hê dewam dike. Ji min re gotin ‘Ti dikarî navê Kurdî bi tîpên Tirkî lê bike’. Ka pirsgirêka Kurd qediyabû û li hember tîpan qedexe bi dawî bibûn. Em dixwazin bi navê Helqîz bang li keça xwe bikin ne bi navê Helkiz. Her çiqasî navê keça me di nasnameyê de wek Helkiz hatibe qeydkirin jî em ê bi navê wê xîtabî wê bikin.”