Peykerê şervana YPJ'ê Rêvan Rojava li Kobanê hat danîn
Li navenda bajarê Kobanê peykerê şervana YPJ'ê Medîne Mamo (Rêvan Rojava) hat danîn. Rêvan Rojava di berxwedana Kobanê de li dijî çeteyên DAIŞ'ê çalakiya fedayî pêk anî bû.
Li navenda bajarê Kobanê peykerê şervana YPJ'ê Medîne Mamo (Rêvan Rojava) hat danîn. Rêvan Rojava di berxwedana Kobanê de li dijî çeteyên DAIŞ'ê çalakiya fedayî pêk anî bû.
Ji bo bîranîna şervana YPJ'ê Rêvan Rojava û 7 hevalên wê Arîn Mîrkan, Koçerîn Cûdî, Baran Serhed, Botan Yilmaz, Mahîr Jiyan, Çekdar Efrîn û Paramaz Kizilbaş, ku di berxwedana Kobane ya li dijî çeteyên DAIŞ'ê de şehîd bûn, TEV-DEM'ê û YPG'ê bi hev re peykerekî bîranînê li Qada Şehîdan a li ser rêya gundê Helincê yê Kobanê danîn.
Peyker bi merasîmekê ku endamên saziyên di bin sîwana TEV-DEM'ê de kar dikin, şervanên YPG, YPJ û endamên Asayîşê lê amade bûn, hate danîn.
Li dû merasîma leşkerî ya şervanên YPG/YPJ'ê, Fermandara YPJ'ê Rojda Kobanê axivî. Kobanê got, "Şehîd Rêvan wê her tim di bîra her jineke Kurd de sax bimîne. Wê ruhê jina Kurd a rizgarkirî bi çalakiya xwe ya lehengî temsîl kir."
Rojda Kobanê bal kişand ser ruhê şoreşger û vîna xurt a Rêvan Rojava û destnîşan kir, ku ew yek ji kesên destpêkê bû, ku berê xwe dan çeperên şer û qada berxwedanê.
Paşê li ser navê Saziya Yekîtî û Piştgiriya Gelan (SYPG) Bêrîtan Asya, Hevserokê Meclîsa Malbatên Şehîdan Arif Balî, peykertiraş Henan Mustefa Şêx û li ser navê malbata şehîd Rêvan, Leyla Ebdî axivîn.
Qisekeran bal kişandin ser rola girîng a şehîdan di avakirina jiyana azad û bi rûmet de.
Piştre li ber dirûşmên "Şehîd Namirin" û "Bijî Serok APO" perde ji ser peykerê ve hate rakirin.
Têkoşera Kurd Medîne Mamo ango Rêvan Rojava di 26'ê Îlona 2014'an de li gundê Gulmetê yê li başûrê Kobanê, çalakiyeke fedayî li dijî çeteyên DAIŞ'ê pêk anî û şehîd bû.
Ji bo bîranîna wê, Peykertiraşê Kurd Henan Mustefa Şêx beriya sê mehan dest bi amadekirina peykerekî wê kir û beriya çend hefteyan bi dawî kir.