Peyama KCK’ê ya ji bo başbûna Talabanî

Peyama KCK’ê ya ji bo başbûna Talabanî

Serokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê ji bo Serokkomarê Iraqê û Sekreterê Giştî yê YNK’ê Celal Talebanî ku ji ber nerehetiyeke ji nişka ve rakiribûn nexweşxaneyê û niha tê dermankirin peyamek weşand û xwest demek berî demekê baş bibe.

KCK’ê di peyama xwe de got: “Em bi agahiya rakirina nexweşxaneyê ya Rêberê Yekitiya Nîştimanî Kurdistan (YNK) û Serokkomarê Iraqê Birêz Celal Talebanî gelek xemgîn bûn. Bi vê wesîleyê em hêvî dikin ku Birêz Talebanî careke din di demeke zû de bigihe tenduristiya xwe.”

KCKê ji bo Talabanî xwest demek berî demekê baş bibe û ji malbat û rêveberiya YNKê re got, em kêfxweş in ku birêz Talabanî bi ser xwe ve hatiye û baş bûye.