‘Pêwîste li Başûrê Kurdistanê karkerên înşaetê xwe rêxistin bikin’
Berdevkê komeleya karkerên înşaetê yê Başûrê Kurdistanê Şabaz Mahmûd ê ji ajansa me re axivî têkildarî krîza aborî û têkoşîna kedê ya rêxistinkirî bersiva pirsên me da.
Berdevkê komeleya karkerên înşaetê yê Başûrê Kurdistanê Şabaz Mahmûd ê ji ajansa me re axivî têkildarî krîza aborî û têkoşîna kedê ya rêxistinkirî bersiva pirsên me da.
Mahmûd ê têkildarî pirsgirêkên karkerên înşaetê em pêre axivîn got: “Bi avakirina krîza sunî re keda karkeran dixin qaseyên sermayedaran. Karker bê sîgorta, bê ewlekarî û di nav şert mercên xerab de tên xebitandin. Di nav 4 salan de tenê yên me tespît kirin di qezayên înşaetê de 257 kesan jiyana xwe ji dest da. Tenê em dikarin bi têkoşîna xwe ya rêxistinkirî pêşiya vê bigirin.”
Berdevkê komeleya karkerên înşaetê yê Başûrê Kurdistanê Şabaz Mahmûd ê ji ajansa me re axivî têkildarî krîza aborî û têkoşîna kedê ya rêxistinkirî bersiva pirsên me da.
Komeleya we kengî û ji ber kîjan pêwîstiyan hat rojevê?
Komeleya karkerên înşaetê 17’ê Sibata 2011’an dema gel li herêmê li hember krîz û gendeliya rû da derket kolanan hat rojevê.
Wê demê wek komeke karker em hatin gel hev, avakirina rêxistinkirina karkerên înşaetê me nîqaş kir. Me komele wê demê ava kir. Di çalakiyên 17’ê Sibatê de her kes hebû. Her kesî daxwazên xwe dianî ziman. Lê tevî hemû karker jî bûn pêkhateyeke wan a rêxistinkirî tine bû. Wek karker daxwazên xwe nikarin bînin ziman.
Di çalakiyên 17’ê Sibatê de li Silêmaniyê 11 kesan jiyana xwe ji dest da. Yên çalakî li dar xistin karker bûn. Yên dihatin pelçiqandin û kuştin karker bûn. Lê belê tenê ji bo jiyaneke demokratîk, jiyaneke ku gendelî tinebe, heqê keda xwe werbigirin çalakî li dar xistin. 11 şehîd û bi dehan birîndar dan. Lê ti encamek nehat bidestxistin.
Komeleya we li tevayî herêmê rêxistinkirî ye?
Em li her cihê Başûrê Kurdistanê xebatên rêxistinkirina karkerên înşaetê dimeşînin. Ez nikarim bêjim ku me ev temamî kiriye.
Çima?
Em bi astengiyan re rû bi rû tên. Destûr nadin rêxistinbûna me. Rêveberiya herêmê naxwaze karkerên di bin destê wê de xwe rêxistin bikin. Ji pêkhateya rêxistinkirî ditirsin. Ji ber ji çîneke karkeran a xwedî li ked û heqê xwe derdikeve ditirsin. Ji bere ger çîneke karkeran a rêxistinkirî çêbibe wê li hember nelirêtiyê bibe asteng.
Cihê sektora înşaetê ya di aboriya Başûrê Kurdistanê de çi ye?
Li Başûrê Kurdistanê sektora înşaetê piştî petrolê, sektora herî girîng e û çavkaniya dahatê ye. Gelek şîrketên xwedî sermayeya bi mîlyar dolaran bi sektora înşaetê pêş ketin. Vê jî bi rêya heqdestê erzan pêk tînin.
Çima?
Niha li Başûrê Kurdistanê bajêrvanî pir pêş dikeve. Ji bo vê ji Bakurê Kurdistanê, Tirkiye û welatên Ereban koça kar pir çêdibe. Dema wer çêdibe hêza heqdestê erzan derdikeve holê.
Di sektora înşaetê de ewlekariya kar tê girtin? mînak sîgortaya karkeran tê çêkirin?
Na têkildarî ewlekariya karkeran ti tedbîr tinene. Di vî alî de gelek pirsgirêk hene. Em gelek caran bi pirsgirêkên wiha re rû bi rû tên. Dîsa pirsgirêka herî mezin a karkeran cihê lê bimînin û tenduristî ye. Dîsa karkerên ji derveyî welêt tên jî bi heman pirsgirêkan re rû bi rû tên.
Her wiha di înşaetan de tedbîrên ewlekariyê nayên girtin.
Li Başûrê Kurdistanê krîzeke aborî heye. Ev bandoreke çawa li ser sektora înşaetê û karkeran dike?
Krîza aborî herî zêde bandorê li sektora înşaetê û karkeran dike. Jixwe bi heqdestê erzan tên xebitandin. Niha hejmara karkerên înşaetê 100.000 e. Ji derveyî van bi deh hezaran karker di înşaetên biçûk de dixebitin. Şîrketan kar rawestandin. Mirov bêkar man. Dîsa kesên xebitîne nikarin pereyên xwe bigirin. Şîrket dibêjin banka pereyên me nadin û lewma pereyên karkeran nadin wan.
Gelo bi rastî pere nîn in. Sedema krîzê ev e?
Na li gor min ne wiha ye. Di rastiyê de pere diherikin qaseya hinekan. Ji ber pere diçin qaseyên kesên erk û rayeya dewletê di destê xwe digirin, krîza aborî çêdibe. Pere di qaseyên partiyan de ne. Li ser pişta gel û kedkaran sermayeyan tevlî sermayeyên xwe dikin. Krîzên sunî yên aborî çêdikin û dixwazin gel jî bawer bike.
Li herêmê bi qasî tê xwestin sendîka hene? Çima rêxistinên kedê yên mafê karkeran biparêze û van rastiyan derxe holê dernakevin?
Di rastiyê de sendîka hene. Lê sendîkayên ku em ji wan re sendîkayên zer dibêjin ên li hember kedê û li rex sermayeyê cih digirin hene. Karker bi vê re nikare xwe rêxistin bike. Nikarê li mafê xwe bigere. Sendîkayên girêdayî partiyan e. Pergala heyî derfet nade sendîkayên serbixwe. Astengiyên cur bi cur derdixe. Ji hêzeke rêxistinkirî ya kedê ditirsin. Qanûn heq nadin karkeran. Lê belê li her welatekî mafê karkeran dixin garantiyê. Tişta di pergaleke demokratîk de pêk bê ev e. Em ê di destûra bingehîn a nû de vê daxwazê bikin.
Ji dema ku komeleya we hatiye avakirin têkildarî qezayên kar lêkolîneke we çêbûye? Li holê îstatîstîkên çawa hene?
Sala 2012’an di sektora înşaetê 59, sala 2013’an 129, sala 2014’an 54, sala 2015’an 15 qezayên di sektora înşaetê de rû dane. Ji sala 2012’an heta niha li gor qeydên fermî yên di destê me de qezayên bi mirinan encam bûne 257 in. Ji derveyî wan ên ne qeydkirî hene. Di înşaetên wek şîrket nayên hesibandin de bi deh hezaran karker hene. Û li wan deveran qezayên kar timî rû didin.
Di sektora înşaetê de sîgorta heye?
Na di ti şîrketan de pêkanîna sîgortayê nîne. Ti merciyeke ku karker li heqê xwe bigerin nîne. Di rewşên wiha de em hewl didin bikevin dewrê. Em hewl didin li mafên malbatan bigerin, lê ev jî pir kêm dimîne.
1’ê Gulanê roja karkeran li Başûrê Kurdistanê tê pîrozkirin?
Di rastiyê de pir lewaz dimîne. Ji ber pêkhateyeke rêxintinkirî nîne. Lê dîsa jî banga min ji tevayî kedkaran re heye ku derkevin kolanan. Cejna xwe pîroz bikin û li mafên xwe bigerin. Em tenê dikarin bi vî awayî li hember pergala ku me dipelçiqîne û keda me dixwe derkevin. Pêwîst e karkerên li Başûrê Kurdistanê êdî xwe rêxistin bikin. bi gotina ez heq dixwazim heq nayê wergirtin. Em çiqasî xwe bihêz rêxistin bikin, em ê karibin evqasî heq bi dest bixin. Ez bi wesîleya 1’ê Gulanê banga xwe dubare dikim û cejna tevayî kedkaran pîroz dikim.