'Pêwîst e ji bo pêşeroja xwe em HDP'ê bişînin Meclîsê'
Hevserokê Rêxistina DBP’ê ya Amedê Şîmşek, Hevseroka Şaxa Amedê ya Egîtîm-Sen Adsan û Serokê Odeya Tabîban a Amedê Gunay, ji bo hilbijartinên 7’ê Hezîranê banga piştgiriya ji HDP’ê re kirin.
Hevserokê Rêxistina DBP’ê ya Amedê Şîmşek, Hevseroka Şaxa Amedê ya Egîtîm-Sen Adsan û Serokê Odeya Tabîban a Amedê Gunay, ji bo hilbijartinên 7’ê Hezîranê banga piştgiriya ji HDP’ê re kirin.
Hevserokê Rêxistina DBP’ê ya Amedê Şîmşek, Hevseroka Şaxa Amedê ya Egîtîm-Sen Adsan û Serokê Odeya Tabîban a Amedê Gunay, ji bo hilbijartinên 7’ê Hezîranê banga piştgiriya ji HDP’ê re kirin.
Nûnerên rêxistinên civaka sîvîl û partiyên siyasî yên li Amedê diyar kirin ku AKP û Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan Tirkiyeyê ber bi tarîtiyê ve dibin û gotin: "Rêya astengkirina vê, bihêz şandina HDP’ê ya Meclîsê ye.”
'JI BO AKP PÊŞEROJA ME NEXE TEHLÛKEYÊ DIVÊ HDP BÊ DESTEKKIRIN'
Hevserokê Rêxistina DBP’ê ya Amedê Alî Şîmşek: "Pêvajoya çareseriyê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin, hikûmet ku ji bo berjewendiyên xwe yên siyasî armancên xwe bikar tîne ne helbet ne li gor encamên pozîtîf ên pêvajoya çareseriyê ne. Hikûmeta AKP’ê ku bi zîhniyeta ticaran, çareseriya pirsgirêkeke xwedî potansiya çareserkirina tevayî pirsgirêkên Tirkiyeyê ye li gor berjewendiyên xwe yên siyasî ku digire dest helbet wê welêt ber bi tarîtiyekê ve bibe… Li hemberî nêzîkatiyên negatîf ên hikûmetê yekane hêza civakê hêviyên xwe pê dane girêdan projeya HDP’ê ye. Di pêvajoya pêşiya me de ji bo AKP û Erdogan pêşeroja gelên Tirkiyeyê nexwe nav tehlûkeyê divê mutleq HDP bendê derbas bike. Dengdayîna ji polîtîkaya AKP’ê ya heyî re wê pêşeroja Tirkiyeyê ber bi tarîtiyê ve bibe. Ji ber vê ji bo pêşeroja gelan mutleq divê HDP bikeve Meclîsê.
'RÊYA ASTENGKIRINA ŞER DI HDPÊ RE DERBAS DIBE'
Serokê Odeya Tabîban a Amedê Cengîz Gunay: "Hikûmeta AKP’ê polîtîkaya şîdetê neguhert. Gavên têkildarî pêvajoyê neavêt. Der barê mijara girtiyên nexwe ku daxwazeke herî însanî ye polîtîk nêzîk bû, gavên pêwîst neavêt û ew tehliye nekirin. Her cure nêzîkatiya pêvajoyê provoke dike ji aliyê AKP’ê ve hat pêşxistin. Herî dawî Serokkomar û AKP’ê jî gotinên xwe guhertin û ji nû ve dest bi înkarê kirin… Em bawer in wê gelê me di hilbijartinên 7’ê Hezîranê de bersiva herî baş bide Erdogan û AKP’ê. Yekane rêya ku polîtîkayên şer ên AKP’ê asteng bike, tercîhkirina HDP’ê ye û ji bo bendê derbas bike xebat e."
'PÊWÎST E GELÊ ME Û HEMPÎŞEYÊN ME PIŞTGIRIYÊ BIDIN HDP’Ê'
Hevseroka Şaxa Amedê ya Egîtîm-Sen Dîlek Adsan: "Pêvajoya pir girîng e. mirovên ji rêzê jî ku evqasî di ferqa pêvajoyê de, me nêzîkatiya hikûmetê ya evqasî ne cidî fêm nekiriye. Gelên Tirkiyeyê êdî normalbûnekê dixwaze. Ev ne pêvajoyeke ku ji bo hilbijartinê û di şexsê Serokkomar de ji bo krîza serokatiya bê xerckirin. Em ê wek rêxistinên girseya demokratîk xwedî li pêvajoyê derkevin û destûr nedin AKP û Serokkomar vê pêvajoyê heba bike. Ji bo ev pêvajo bê meşandin pêwîst e mutleq HDP bikeve Meclîsê. Ji bo rêvebirina vê pêvajoyê jî divê mutleq HDP bikeve meclîsê. Em wer difikirin ku ji bo jiyaneke hê adil û bi hizûr diê gel û hempîşeyên me piştgiriyê bidin HDP’ê. Yekane hêza ku li ber AKP’ya welêt ber bi şer ve bibe bisekine HDP ye.