Pevçûnên li Til Hirmiz a girêdayî Kantona Cizîrê ya Rojava ku di navbera hêzên YPG/YPJ û çeteyên DAIŞ’ê de diqewimin berdeam dikin. Hêzên YPG’ê li herêmê wesayîta çeteyên DAIŞ’ê ku bombe lê hatibû barkirin rûxandin.
ANF
HESEKÊ
pêncşem, 14 gulanê 2015, 18:06
Pevçûnên li Til Hirmiz a girêdayî Kantona Cizîrê ya Rojava ku di navbera hêzên YPG/YPJ û çeteyên DAIŞ’ê de diqewimin berdeam dikin. Hêzên YPG’ê li herêmê wesayîta çeteyên DAIŞ’ê ku bombe lê hatibû barkirin rûxandin.
Li gorî agahiyên nûçegihanên me ji herêmên pevçûnê ragihandine, li hin cihan pevçûn didome. Nûçegihanê me da zanîn ku wesayîta çeteyan a ku bombe lê hatibû bakirin ji aliyê hêzên YPG/YPJ’ê ve hatiye rûxandin. Her wiha hate diyarkirin ku ji bo çete nerevin axaftinên “Biheşt ji bo me ye, wê ax ji wan re bimîne” hatine kirin.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, depoya avê ya ku li ser girê bilind ê Til Hirmizê ye, hatiye teqandin.