Pevçûnên li Serêkaniyê bi dijwarî didomin

Pevçûnên li Serêkaniyê bi dijwarî didomin

Pevçûnên dijwar ên li Serêkaniyê di navbera Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û komên çekdar ên ku ji aliyê Tirkiyeyê ve tên destekkirin û êrîşê Serêkaniyê kirin de bi dijwarî berdewam dikin.

Pevçûnên dijwar ên li Serêkaniyê di roja 7’emîn de berdewam dikin. Serê sibê pevçûnên dijwar saet di 04.00 de li derdora nexweşxaneya bajêr, navenda bazarê û kolana Firinê qewimîn. Hat diyarkirin ku di pevçûnên îro de bombeyên dest dan jî tên bikaranîn.

Pevçûn bi dijwarî berdewam dikin.