Pevçûnên li Girkêlegê didome: 4 leşker birîndar

Pevçûnên li Girkêlegê didome: 4 leşker birîndar

Gundê Girzîro yê Girkê Legê, pevçûnên di navbera YPG’ê û artêşa Sûriyeyê de didomin. Hêzên YPG’ê dorpêça li dora leşkerên Sûriyeyê teng dikin û di encamê de 4 leşker birîndar bûn.

Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li gundê Girzîro yê Girkê Legê dor li tabûra leşkerî ya artêşa Sûriyeyê teng dike. Di encama pevçûnên herî dawî qewimî de herî kêm 4 leşker birîndar bûn û YPG’ê gelek çek bi dest xistin. Her wiha hat ragihandin ku çeperên li Rimêlan yên artêşa Sûriyeyê ketine destê şervanên YPG'ê.

Her wiha di heman demê de bajarê Rimêlan di bin dorpêçkirina şervanên YPG'ê de ye .

Duh jî 13 leşkerên artêşa rejîma Sûriyeyê ji tabûra ku li gundê Girzîro ya ji aliyê Yekîneyên Parastina Gel(YPG) beriya 7 rojan hatibûn dorpêçkirin xwe radestê YPG’ê kirin. Beriya wê jî 12 leşker teslîm YPG’ê bibûn û bi vî awayî bi giştî 27 leşker teslîmê YPG’ê bûne.