Pevçûnên li Cizîrê heta derengiya şevê berdewam kirin

Pevçûnên li Cizîrê heta derengiya şevê berdewam kirin

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê pevçûnên li gel êrîşa polîsan a li dijî çalakiyên şermezarkirina Komkujiya Roboskiyê dest pê kirin heta derengiya şevê berdewam kir.

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê bi minasebeta salvegera komkujiya Roboskiyê çend rojin çalakî tên lidarxistin û çalakî rastî êrîşên polîsan tên. Duh jî bi dehan ciwana li kolanên Îdîl û Nusabyînê bi sloganên "Qatîl dewlet dê hesabê bide" û "Em Roboskiyê jibînakirin û nadin jibîrkirin" komkujî şermezar kirin.

Polîsan bi bombeyên gazê û ava şid êrîşê çalakiyan kir. Li gel êrîşa polîsan jî ciwanan bi kevir û molotofan bersiv da. Polîsên ji ber molotof û kevirên ciwanan paşve hatin kişandin li taxên Sur, Nur û Cudî raste rast bombeyên gazê avêtin.

Ciwanan heta derengiya şevê çalakiya xwe berdewam kirin û polîsan hin caran gule berdan hewayê