Pevçûna li Çewlikê heta derengê şevê berdewam kir

Pevçûna li Çewlikê heta derengê şevê berdewam kir

Rêxistina BDP'ê ya Çewilê, duh ji bo êrîşên li dijî endam, rêveber û avahiya xwe şermezar bike xwest mîtîngê pêk bîne, lê polîsan bi bombeyên gazê û guleyên rastîn êrîşî girseyê kir û 4 kes birîndar kirin. Hate zanîn ku, şer û pevçûnê heta derengê şevê berdewam kir. Wekîlê Serokê Koma BDP'ê û Parlementerê BDP'ê yê Çewlikê Îdris Baluken diyar kir ku, berîya êrîşan bi rojekê Şaredarê Çewlikê yê AKP'yî Serdar Atalay ji çalakgeran re peyam şandine û piştî peyamê ev êrîş pêk hatin.

Li Çewlîkê di 21'ê Îlonê de li dijî avahiya BDP'ê ya Çewlikê êrîş pêk hat. Piştî êrîşên li dijî avahiyên BDP'ê zêde bûn, rêxistina BDP'ê ya Çewlikê xwest mîtîngê pêk bîne. Waliyê Çewlikê mitînga BDP'ê qedexe kir û girseya ku xwest tevlî mitîngê bibin rastî êrîşî polîsan ya bi bombeyên gazê û ava şit hat. Di êrîşa polîsan de 4 kes birîndar bûn. Pevçûnê li nava kolanan û taxan heta derengê şevê berdewam kir. Piştî ava TOMA ya polîsan xilas bû, şaredariya AKP'yî ya Çewlikê bi maşîneyên îtfaiyê piştgirî da polîsan. Camê gelek mal û kargehan ji ber bombeyên gazê yên polîsan şikestin û zerarek mezin dîtin. Di pevçûnê de 8 kes hatin binçavkirin û 4 kes birîndar bûn.

ÊRÎŞ BI FERMANA ŞAREDARÊ AKP'YÎ PÊK HATIYE

Dema li bajarê Çewlikê pevçûn didomiyan, Wekilê Koma BDP'ê û Parlementerê BDP'ê yê Çewlikê Îdrîs Baluken, Endamê Meclîsa Daîmî ya KCD'ê û parlementerê BDP'ê yê Altan Tan, li avahiya BDP'ê civîna çapemeniyê pêk anîn. Serokê BDP'a Çewlikê Halis Yurtsever, helwesta Waliyê Colemêrgê şermezar kir û anî ziman ku, ev nayê qebûlkirin. Wekîlê Koma BDP'ê Baluken jî anî ziman ku, rojek berîya êrîşê Şaredarê AKP'yî yê Çewlikê Serdar Atalay bi telefonê peyam ji her kesî re şandine û êrîşa li dijî BDP'ê bi fermana Şaredar pêk hatiye û wiha got: "Cenaze diçin hemû bajarên Tirkiyeyê. Polîtîkayên AKP'ê yên Rojhilata navîn û Sûriyeyê îflas kirine. Ji ber ku AKPê îflas kir serî li hemleyek nû ya stratejîk dide. Cewherê vê hemleya stratejîk BDP'ê dike hedefa xwe û êrîşî BDP'ê dike. BDP bi israr dixwaze dawî li vê pêvajoya aloz, şer û pevçûnê bîne, lê AKP jî bi israr êrîşî BDP'ê dike û lîncê pêk tîne. Hem li Tirkiyeyê û hem jî li Kurdistanê li dijî hemû avahiyên BDP'ê êrîşan pêk tîne û rêveberên BDP'ê lînc dikin. Ger ku hikûmeta AKP'ê heta niha daxwazên me yên çareseriyê li ber çavan girtibûna niha pirsgirêk bi aştiyane çareser bûbaya."

'WALÎ, POLÎS Û PARLEMENTER TEV DI NAVA PLANA ÊRÎŞÊ DENE'

Balûken da zanîn ku, di nava plana êrîşa li hemberî BDP'ê e Wekîlê AKP'ê, Şaredarê AKP'ê, Walî, Midûrê Polîsan Muftiyê Çewlikê û hemû erkê dewletdê cih digirin û ev êrîş bi organîze pêk hatiye. Balûken destnîşan kir ku, li gel vê hewldana erkên dewletê û hikûmetê gelê Çewlikê nehat lîstikê û ev lîstik vala derxist. Hemû Tirkiye û cîhanê dît ku kesên çalakî pêk anîn koma ku ji 20-30 kesan pêk dihat bû. Lê polîsên ku li dervê komê êrîş temaşe kir 3 qat bû, li gel polîs 3 qat ji koma êrîşkar zêdetir bûn jî tenê temaşe kirin û mudaxale nekirin. Li şûna ku mudaxele bikin bombeyên gazê avêtin hundirê avahiyê û panzêrên xwe ji wan re kirin amûra alîkariya êrîşê. Di vê çalakiyê de rol û sûcê Walî, Midûrê Polîsan û Şaredar pir aşkere xuya dibe."

Parlementerê BDP'ê yê Amedê Altan Tan anî ziman ku, hikûmet Çewlikê wekî barageha kontgêrîla plan dike û ev yek di serdema Tansu Çiller û Suleyman Demirel de jî wisa bû.