Li Çewlikê piştî ku Walîtiyê mitînga BDP’ê qedexekir, polîsan bi bombeyên gazê êrîşî gel kir. Pevçûnên di navbera ciwan û polîsan de li nava taxan didome.
Mitînga ku îro dê ji bo protesto kirina êrîşa li ser avahiya BDP’ê ya Çewlikê li qada Newroz ya taxa Yenî hatiba pêkanîn, ji aliyê Walîtiyê ve hate qedexekirin. Polîsên ku piştî qedexeyê qada mitîngê dûrpêç kirin, Ii hemû ketin û derketinên qada mitîngê bend danîn. Girseya ku dest bi meşê kir, polîsan bi bombeyên gazê û ava şit êrîşî gel kirin. Girseyê jî bi keviran bersiv da polîsan.
Bi sedan kesên li Taxa Mîrxan gihan hev, bi sloganên “Bijî Serok Apo”, PKK gele, gel li vire”, “Berxwedan jiyane” ber bi qada mitîngê ve meşiyan. Piştî demek kurt bi bombeyên gazê êrîşî girseyê kirin. Tax di nava ewrên gazê de ma, gelek kes li ser hişên xwe çûn. Di navbera ciwanên bikeviran bersiv da êrîşa polîsan pevçûn derketin. Pevçûnên ku bi awayek dijwar didomin, li nava kolana berdewam dikin.
Hate ragihandin ku, Midûrê Emniyeta Çewlikê ku li qada mitîngê bû ji ber gaza zêde jê bandor bû û rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Çewlikê.