Qulîba Wêneyan ya Wanê biboneya salvegera Komkujiya Roboskiyê li VATSO'yê pêşengeha wêneyan ya bi navê "Komkujiya kiryarê wê diyar Roboskî" vekir û rastî eleqeyekî mezin tê.
Pêşengeha wêneyan ya bi navê "Komkujiya kiryarê wê diyar Roboskî" ya ku berê li Suka Binerd ya Wanê hatibû vekirin vê çarê li Odeya Pişe û Bazirganiyê ya Wanê (VATSO) hate vekirin. Di pêşengeha komkujiya Roboskiyê tê vegotin rastî eleqeya gelê Wanê tê.
Endama Qulîba Wêneyan ya Wanê ya ku di organîzasyona pêşengehê de cih digire, Ceren Kaleçîk têkildarî mijdarê axivî û wiha got: "Pêşengeha wêneyan berteka li dijî komkujiyekî wisa ya herî başe." Kalecîk diyar kir ku, eleqeya li hemberî pêşengehê gelek başe û wiha axivî: "Welatiyên tên pêşengehê ziyaret dikin naxwazin bawer bikin ku ev êş li ser vê erdnîgariyê pêk hatiye."