Pereyê dewlet dide şahidê veşartî ket girtekên dadgehê!

Pereyê dewlet dide şahidê veşartî ket girtekên dadgehê!

Di rûniştina doza KCK’ê ya Tetwanê de bi “şaşitî” pereyê ku “şahidên verşartî werdigirin, ket nava girtekên dadgehê. Derket holê ku şahida/ê veşartî ya/ê di doza KCK’ê ya Tetwanê de weke “Derman” tê nasîn û weke hestiyê pişta vê dozê ye, pere bûtçeya dewletê werdigire.

Der barê şahida/ê veşartî ya/ê di rûniştina doza KCK’ê ya Tetwanê ku nêzî 2 salan e didome û 18 jê girtî bi giştî 34 kes jê tê darizandin û li 3’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê pêk tê de pêşketine balkêş çêbû. Di rûniştina dozê tê diyarkirin ku ji bo şahida/ê veşartî pere ji bûtçeya dewletê tê dayîn

Di rûniştina doza KCK’ê ya li Tetwanê pêk hat û kevir û xîzê weke çek û cebilxane hate nirxandin de, çavkaniya ku pere daye şahida/ê veşartî DERMAN ket girtek tomarên fermî yên dozê.

Ev pêkanîna “şahidên veşartî”, di 5’ê tîrmeha 2011 ve bi hewldanên Wezareta Dadê ket meriyetê. Polîsên Tirk di serî de di dozên di bin navê KCK’ê de li hemberî s siyaseta Kurdan tê meşandin û dozên din ên sereke de ev rêbaz bi kar tînin. Aşkere bû ku ev şahidên nepen pere ji dewleta Tirk werdigirin.

Di 25’ê îlonê de, şahidê verşartî DERMAN yê ku beriya rûniştina Doza KCK’ê ya li Bedlîs-Tetwanê , li 3’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Agiriyê îfade da.

Di girtekên dadgehê yên ku gihiştin destê ANF’ê de, bi aşkereyî jimareya sicîl û hesabê bankayê yên şahida/ê veşertî hatiye diyarkirin û tê diyarkirin ku dê polîsek li Colemêrgê dixebite, pere bide “Şahida/ê Veşartî Derman”.

Di dawiya îfadeya şahidê veşartî ya di 14’ê îlonê de pereyê hatiye dayîn, bi şaşitî an jî di nava dosyayê de hatiye jibîrkirin. Ji bo dayîna van pereyan tê gotin ku ji ber hewldanên şahidê veşartî dê 500, 00 TL bê dayîn û her wiha behsa dayîna tazmînatê jî tê kirin.

Balkêş bû ku şahida/ê veşartî ya/ê li Tetwanê pere ji polîsek li Colemêrgê dixebite, werdigire. Bi vî awayî di dozên din ên KCK’ê de şahidên veşartî dozên rastiyan berûvajî dikin û têne di manîpulekirina dozên KCK’ê de tên bikaranîn.