Pêngava Fermandar Rûbar Qamişlo di roja 20. de dewam dike

Pêngava Fermandar Rûbar Qamişlo ya li Kantona Cizîrê di roja 20. de dewam dike.

Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê da xuyakirin ku Pêngava Fermandar Rûbar Qamişlo ya ji bo rizgarkirina gund û bejahiya Kantona Cizîrê, di roja 20. de bi awayekî serketî dewam dike.

Navendê diyar kir ku hêzên YPG/YPJ'ê şevê din gundên Şara û Til Qlea yên 35 kîlometre li başûrrojavayê Serêkaniyê ne, ji çeteyan paqij kirine.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku îro danê sibehê jî, hêzên YPG/YPJ'ê ber bi gundê Mebrûkayê ve bi pêş ve diçin, lê der barê encama operasyona li vê derê de agahiyeke zelal nehat bidestxistin.