Penabarên rizgar bûn: Dengê daholê ji dûr ve xweş tê

Penabarên rizgar bûn: Dengê daholê ji dûr ve xweş tê

Penaberên kurd ên ku ji komkujiya deryaya Egeyê filitîn, bi gotinên wekî, "Dengê daholê ji dûr ve xweş tê, lê tu tiştek wekî welat xweş nîn e, mirina herî xweş a li ser axa mirov e" bal kişandin ku penaberî ji mirinê zêdetir tiştekî nayne. Penaberan her wiha anîn ziman ku di dema bûyerê muameleyek ne baş li hemberî wan hatiye kirin û ên ku ji bo vegerê alîkariya wan kirine jî kurdên bakur bûn.

Nîqaşên Kurdên ji li ser komkujiya li nêzî bajarê Îzmîrê yê Tirkiyeyê li deryaya Egeyê pêk hatibû di encamê de 60 ji wan kurd 63 kesan jiyana xwe ji dest dabûn, didomin. Nêrîna hevpar a ji van nîqaşan derdikeve jî ew e ku divê mirov nebin amûrên siyasetên qirêj û li ser xaka xwe bimîne. Welatiyên ku ji komkujiyê filitîbûn û xizmên kesên jiyana xwe ji dest dane yên ji bajarê Amudê, der barê de ji ANF’ê re axivîn.

'109 KES LI KELEKA 12 METREYÎ SIWAR KIRIN'

Welatiyê bi navê Hisên Mistefa ku ji komkujiyê filitî, lê hevsera xwe û 4 zarokên xwe winda kirin, bûyera bi serê wan hatibû vegot. Hisên Mistefa anî ziman ku dema wan di dema çûnê d wî nêriye ku keleka ew ê pê biçin 8-12 metreyan dirêj e, lê hejmar wan gelekî zêde ye û berdewama bûyerê wiha vegot: "Hinek panebêr Iraqî jî hebûn, lê kesê ku dê me bibe got ku tenê emê siwar bibin. Li gel vê yekê jî hejmara me 109 kes bûn. Piştî em deh metre ji qeraxê dûr ketin, ji bo ku zarokên xwe bibînim, daketim qata jêr. Li wir jinek bi navê Cîhan got ku av dikeve hindurê kelekê. Li ser vê yekê me ji kaptan re got. Wan jî hewlda ku vegerin. Lê di dema vegerê de kelek li kevir qelibî û motora wê xirab bû. Tije av bû û ji ber avê deriyên odeyên jêrîn ên kelekê hatin girtin û kesên tê de mirin. Yên li ser kelekê jî di avê de man. Tenê 44 kes rizgar bûn.

Mistefa bal kişand ku dengê daholê ji dûr ve xweş tê, lê ji bilî welatê mirov tu welat nîn e ku mirov hembêz bike, mirina herî xweş li ser xaka mirovan e û bal kişand ser neweyiyên penaberiyê.

'LI HAWARA ME NEHATIN'

Zarokê 13 salî Ehmed Ebdulselam ku ew jî ji mirinê filitîn, li ser muameleya ku rayedarên Tirk nîşanî wan daye rawestiya û got ku rayedaran bi vê muameleyê ew şandine mirinek din. Ebdulselam, anî ziman ku cenaze 3 saetan dibin avê de man, lê ekîbên rizgarkirinê hîna nehatibûn û wiha dom kir: "Hîn em li ser kelekê bûn, me agir pêxist û alîkarî xwest, lê qereqolek polîsan a li nêzi me bû nehatin alîkariyê. Dema hatin jî em binçav kirin. Em 7 rojan dibin çavan de man, ji van jî 3 rojan li ser erdê bûn."

Ebdulselam, anî ziman ku kurdên Bakûrê Kurdistanê, ji bo derxistina cenazeyan û şandina wan a Rojavayê Kurdistanê, li hemberî gelek astengeyên rayedarên Tirk jî, gelekî alîkariya wan kiriye.

Xalit Birkî ku ji malbata wan 8 kes mirin û ji bo cenazeyan çubû Îzmirê jî, di kesayetiya BDP'ê de li ser alîkariya kurdên bakûr sekinî. Birkî, got ku Tirkan ji bo ku cenazeyan nedin, hincetên wekî, "Sûriye destûrê nade ku cenaze derbas bibin" nîşan didan, lê rayedarên BDP'ê alîkariya wan kir û wan cenaze girtin.

'DIVÊ EM WELATÊ XWE TERK NEKIN'

Fatma Birkî jî diyar kir ku welatiyên wan ji ber zilm û ewlekariyê diçin, lê divê ew welatê xwe terk nekin û wiha dom kir: "Ji ber ku dema diçin bajarên xelkê navê wan dibe muhacir û muameleyek wisa dibînin. Pereyê ku didin wan jî yê parsektiyê ye û ne hewce ye."