'Pêlîstokên mirinê' yên artêşa Tirk!

'Pêlîstokên mirinê' yên artêşa Tirk!

Dewleta Tirk bombeyên mîsket ên ku ji aliyê gelek hevpeymanên navneteweyî ve hatiye qedexekirin bi awayeke berfireh bi kar tîne. Hawparê bi wêneyên bombeyên mîsket ên ku têne karanîn nîşanî her kesê da. Hewldana Dijî-Mayînan a Hawpar 2002’yê got; “ Em bang li hemû saziyên sivîl ên Tirkiyeyê û navneteweyî, parêzvanên mafê mirovan dikin ku li hemberî vê sucê mirovahiyê û yên ku vî sucê mirovahiyê dikin rabin û bihîstyar bin.”

Dewleta Tirk peymana qedexekirina bombeyên mîkset a ku li cîhanê ji sedî 98’ê qurbanên wan sivîl in, îzme nake. Li gorî sazî û rêxstinên weke Handicap International, Observatoire des armements, Coalition contre les sous-munitions, Human Rights Watch, Amnesty International û Oxfamê li seranserê cîhanê ev bombe herî kêm li 37 welatan tên karanîn. Heta niha 110 welatan van bombeyên ku dibin sedema karesatên mirovahiyê qedexe kirine.

JI SEDÎ 98’Ê QÛRBANAN SIVÎL IN

Ji sedî 5 heta 40’ê bombeyên mîsket gava li erdê dikevin nateqin û li erdê dibin mayînên antî-personel. Handicap International da zanîn ku ji sedî 98’ê 13 hezar û 306 kesên ji ber bombeyên mîsketê birîndar bûne, tên dermankirin mirovên sivîl in û ji vana ji sedî 27 zarok in.

Tirkiye van bombeyan li hemberî Başûrê Kurdistanê bi kar tîne. Ev bombe dikarin di nava obîsan de jî bêne bicihkirin û ji ber vana heta niha gelek mirovên sivîl jiyana xwe ji dest dane. Herî dawî, di meha çileya 2012 de di encama teqîna bombeyek mîsket de kesek 80 salî jiyana xwe ji dest dabû. Sê kesên bi ser malbata Geliyê Pisaxa ya êla Sindî dema vedigeriya nava erdên xwe yên Dola Marsîsê, dîtin ku erdên wan ji aliyê balefirên şer ve tê bombekirin. Karanîna bombeyên misket ji aliyê dewleta Tirk ve di sala 2008 de hate zêdekirin. Heta îsal jî bombeyên mîsket hatin karanîn. Di 6’ê Nîsana 2012 de di topbarana bi obîs û hewanan a li dijî Zapê de hatibûn bikaranîn.

Gelek caran dîmenên karanîna bombeyên mîsket hatin kişandin û lêkolîn li ser hatin kirin. Di çileya 2009 de rayedarên Hukûmeta Herêma Kurdistanê, piştrast kir ku bombeyên mîsket hatine bikaranîn. Lê dewleta Tirk ji nedîtî ve hat û di karanîna van bombeyan de berdewam kir.

Hewldana li dijî mayînan a Kurdan Hawpar 2002, di 24’ê Îlona 2012 de derbarê bombeyên mîsketê de raporek weşand û cih da cûrên cûda yên bombeyên ku têne bikaranîn.

PÊLÎSTOKÊN MIRINÊ

Hawpar 2002 ji bo bombeyan gotina “Pêlîstokên mirinê” bi kar anî û got; “Tişta ku em jêre dibêjin pêlîstokên mirinê, bombeyên mîsketê ne” û bi bîr xist ku li gorî huqûqa şer a hevpeymana Cenevreyê, li cihên sivîlan ên ku şer û pevçûn lê hene, hatine qedexekirin.

Di raporê de hat gotin; “Her çendî dewleta Tirk gelek peymanên navneteweyî yên huqûqa şer mor kriiye, lê îro li gorî qûralên şer tevnagere, van bombe û çekên navborî bi kar tîne, mixabin ev yek dibe sedema mirina mirovên sivî û piraniya vana jî sivîl in.”

BOMBEYÊN BI XEMLA DIYARÎ Û PÊLÎSTOKAN

Hawpar destnîşan kir ku demek berê zarokek li çolterê bi teqemeniya ku li ser rê dît jiyana xwe ji dest da û wiha got: “Der barê van teqînan de tu lêpîrsineke krîmînal- zanistî nayê kirin. Saziyên vî karî dikin yên peywirdar rastiyan derxin holê jî ji rayagitşî tê veşartin û dibin hevkarê sûcê ku artêş dike .” Hawpar da zanîn ku ji bo gel fêm neke teşeyên cuda didin bombeyan û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dewleta tirk van bombeyên ku li fabrîqayên şer tên hilberandin teşeyên weke, pêlîstok, xişir û kesên dibin qûrban jî vê xetereyê fêm nakin. Yanî bombeyan weke pakêta diyariyan dixemilînin.”

ARMANCA WAN EW E KU ZÊDITIR KES BIMIRIN

Di raporê de wiha hate gotin: “Armanca can bambeyên mirinê ku wekî amûra xemlê tên amadkeirin û li çolter, zazon, mezra û gundan dibin sedema mirinê evet ku zêdetir kes bimirin.”

Hawparê dazanîn ku ev bombeyên ku xeterya mirinê dihundirîne, tu ewlehiya wê tune û di wêneyên ku weşandin de bombeyên mîsketê çawa xemilandine derdixe holê. Bombeyên mîsketê ku diavêjin nava axa Kurdistanê dema hinekî bileqe dikare biteqe.

Di raporê de wiha hat gotin: “Ev bombeyên wisa û bermahiyên şer diavêjin axa Kurdistanê û dibin sedema mirina sivîlan û zarokan. Em bang li hemû saziyên sivîl ên Tirkiyeyê û navneteweyî, parêzvanên mafê mirovan dikin ku li hemberî vê sucê mirovahiyê û yên ku vî sucê mirovahiyê dikin rabin û bihîstyar bin.”

BO MALBATAN PÊŞNIYAR

Hawar bang li malbatên kurd kir û wiha got: “Bi taybetî malbatên kurd yên xizan divê ji van bermahiyên şer xwe dûr bixin. Divê xwe ji van amûran dûr bixin. Divê zarokên xwe hişyar bikin. Divê wan amûran negirin destê xwe û agahiyan bidin kesên pispor.”

CUREYÊN BOMBEYAN

Di wêneyên hatin weşandin de tê nîşandan ku bombeyên mîsketê çiqas teqîna wê bi şîdet e. Di nava van de bombeyên ku bedena mirovan seqet dihêlin hene. Dîsa di nava qaliqê zîv de bi şeklên pêlîstok, sabûn, tebax û her wekê din bombeyên bi teşe hene.