Pêkanînên Pozantiyê li Tîpa E ya Mêrsînê didomin
Pêkanînên Pozantiyê li Tîpa E ya Mêrsînê didomin
Pêkanînên Pozantiyê li Tîpa E ya Mêrsînê didomin
Zarokê Kurd ê bi navê V.D. yê 17 salî ku ji navçeya Elkê ya Şirnexê ye û li taxa Yenî Hal a navçeya Akdenîz a navenda Mêrsînê dijî, ev çar meh in bi tawanbarkirinên “endamê rêxistinê” û “propagandaya rêxistinê” hatiye girtin û di Girtîgeha Sergirtî ya Tîpa E ya Mêrsînê de tê ragirtin. V.T. tiştên ku di girtîgehê de hatine serê wî ji bavê xwe re got.
Bav Cûma Turgut ji ANF’ê re axivî û ev agahî da: "Gava ez çûm hevdîtina vekirî ya bi zarokê xwe re ji min re wiha got: ‘Di dema jimartinê de me bi zorê radikin ser piyan, dijûn didin û heqaretê dikin. Zextên psîkololjîk li vir pir in. Xwarinên me dereng didin me û têra me nadin me. Gava me dibin hevdîtin û revîreyê em li rastî zext û pêkanînên neehlaqî tên. Nîva şevê bi ser qawişa me de digirin, gef li me dixwin û dibêjin em ê we biavêjin hucreyan, hewl didin disiplîna leşkerî pêk bînin. Dixwazin tiştên li Pozantiyê li vir pêk bînin. Em di rewşek gelek zor de ne. Ger helwesta xirab a rêveberiyê berdewam bike, em ê dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û dorveneger bikin."
Tûrgût diyar kir ku ew ji rewşa lawê xwe bi fikar e û ji bo çareseriya pirsgirêkên li girtîgehê ew ê hewl bide û derbarê mijarê de serî li Şaxê ÎHD’ê ya Mêrsînê da.
Sekreterê ÎHD’ya Mêrsînê Temîn Selmanoglû jî diyar kir ku malbatê serlêdan kiriye û da zanîn ku derbarê girtîgeha Mêrsînê de gelek serlêdanên cûda ji bo wan hatine.
Selmanoglû diyar kir ku her ku diçe binpêkirinên mafan di girtîgeha Mêrsînê de zêde dibin û da zanîn ku ji bo ev binpêkirin bi dawî bibin ew di nava hewldanann de ne, dê hewl bidin ku bi rêveberiya girtîgehê re hevdîtin pêk bînin.
Bajarên Tirkiyeyê Mêrsîn û Edene ku hejmareke gelek zêde ya Kurdan lê ye û Kurd li van bajaran xwedî bandor in, her tim li rastî zextên dijwar tên. Bi taybet zarokên Kurd ên li van her du bajaran bi zextên polîs û daraza Tirk re rû bi rû ne. Ev pêkanîn herî dawî bi tecawizên di Gırtîeha Pozantiyê de aşkere bibûn û ketibû rojeva raya giştî. Zarokên Kurd ên ku weke “zarokên keviravêj” tên zanîn, di vê girtîgehê de li rastî tecawizê hatibûn. Nûçegihana Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê Zeynep Kûrîş ji ber ku vê hovitiyê aşkere kiribû, piştî demekê hatibû girtin.