PE û YE dê diyaloga ji bo aştiyê û komkujiya Parîsê nîqaş bikin

PE û YE dê diyaloga ji bo aştiyê û komkujiya Parîsê nîqaş bikin

Parlementoya Ewropayê (PE), Konseya Yeketiya Ewropayê û Komîsyona Yeketiya Ewropayê xwe amade dike “Li Tirkiyeyê diyaloga ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd” nîqaş bike.

Di rûniştina Lijneya Giştî ya PE’yê ya 6’ê Sibatê beşa piştî nîvro dê mijara “Li Tirkiyeyê diyaloga ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd” were dest girtin. Di rûniştina Lijneya Giştî ya PE’yê çav lê ye ku nêzîkatiya Ewropayê ya li hemberî pirsa Kurd jî danin holê. Hatina rojeva pirsgirêka Kurd, piştî ku 14’ê Çileyê Serokê PE’yê Martin Schultz di axaftina vekirina Lijneya Giştî de axaftinek li ser bîranîna sê siyasetmedarên jin yên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ku 9’ê Çileyê li Parîsê hatin qetilkirin, kir hate rojevê.

Komên siyasî yên di binya PE’yê jî didin diyarkirin ku, “ji bo nîqaşek bitendurist” pêwîste dem bidin hikumeta Fransayê da komkujiyê ronî bike. Bi vî awayî dê derfet çêbibin ku nîqaşek bitendurist bê kirin. Li ser vê nîqaşa ku dê 16’ê Çileyê hatiba kirin taloqî 6’ê Sibatê hate kirin.

Çav lê ye ku komên siyasî di rûniştina PE’yê de pêşnûme biryarekê amade bikin. Piştî ku pêşnûme biryarê şeklê xwe yê dawiyê girt, dê piştre di hizûra nûnerên konseyê ku saziya rêveberî û komîsyona saziyên îcrayê yên YE’yê ne, dê bertekên xwe yên li dijî komkujiya Parîsê bînin ziman û ji bo aştiyekî adilane û mayînde di pirsgirêka Kurd de çêbibe, ew dê balê bikişînin ser tên pêwîste bên kirin.

Li gorî agahiyên ku ji kûlîsên PE’yê hatine girtin, ji bo hevdîtinên li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan vegerin diyalog û muzakereyan dê PE piştgiriya xwe bînin ziman. Weke din jî dê di çarçoveyek berfireh de temaşeyî pirsgirêka Kurd bike û dê banga bê îstîkrariya li Rojhilata Navîn heyî vegerînin mecrayekî bi îstîkrar bikin.