PDPSK: Rayedarên Başûr rê li pêşiya alîkariyê girtine

PDPSK: Rayedarên Başûr rê li pêşiya alîkariyê girtine

Buroya siyasî ya partiya Demokratîk a Pêşverû ya kurd a Suriyeyê (PDPSK) ragihand ku Hikûmeta Başûrê Kurdistanê alîkariyên ku ji bo Gelê Rojavayê Kurdistanê hatine şandin bi hinceta ku komîteyên Rojavayê Kurdistanê ji bo girtinê amede ne û hincetên Pîşxabûrê rawestandine.

Di daxuyaniya buroya partiya Demokratîk a Pêşverû ya Kurd a Suriyeyê (PDPSK) ku li ser malpera fermî ya Partiyê hate belav kirin wiha tê gotin: “Îro kerwanek wesayitên mezin ku alîkariyên mirovah ji Silêmaniyê gihiştin Pîşxabûr a sînor di navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê. Ev alîkarî ji aliyê Komeleya Girtiyên Siyasî di herêma Başûrê Kurdistanê hatiye pêşkêşkirin.”

Daxuyaniyê wiha berdewam kir: “Lê mixabin Rayedarên Herêmê li deriyê Pîşxabûr ne hiştin ku ev wesayit bikevin Rojavayê Kurdistanê. Bi hinceta ku komîte ji bo girtinê ne amedene û alên PYD'ê li aliyê Rojava hatine hildan, hatin rawestandin.”

PDPSK'ê diyar kir ku ev kiryar wan xemgîn dikin û gotin: “Lê mixabin ji ber vê helwestê, em wek PDPSK'ê me hêvî dikir ku erzaqên ku ji gelê Rojava re hatine şandin, hinekî ji zehmetiyên ku Gelê rojava dijî kêm bike.”

Di dawiya daxuyaniyê de bang li Hikûmeta Başûr hate kirin ku biryarên xwe di ber çav re derbas bikin û gotin: “ Ji ber ku bi hezaran malbatên kurd li bende ne.” Her wiha di daxuyaniyê de ji rayedarên Başûr hat xwestin ku bila biryarên siyasî nebin sedema derbasbûna alîkariyan ji bo Rojavayê Kurdistanê.