PDK hê jî nahêle şêniyên wargeha Mexmûrê biçin Hewlêrê

Zext û zordariya PDK'ê ya li ser wargeha Ş. Rustem Cûdî (Mexmûrê) dewam dikin. Asayîş hê jî destûrê nade şêniyên wargehê biçin Hewlêrê.

Welatiyên ji wargehê, îro jî berê xwe dan Hewlêrê, lê belê li ber bendeke kontrolê ya Asayîşa PDK'ê hatin sekinandin û destûr ji wan re nehat dayîn ku biçin Hewlêrê.

Ji şêniyên wargehê, mirovên danê sibehê ji bo kar bikin berê xwe dan Hewlêrê, li bendeke kontrolê ya Asayîşê ya li pêşiya Hewlêrê hatin sekinandin. Hêzên Asayîşê ji wan re gotin, "Divê hûn fotokopiya nasname, hejmara telefonê û plaqeya wesayîtên xwe bidin me. Her wiha divê hûn belgeyekê ji cihê hûn lê dixebitin bînin."

Astengiya asayîşê li pêşiya welatiyên wargehê, dewam dike.