Partiyên Rojavayê Kurdistanê komkujiya Parîsê şermezar kirin

Partiyên Rojavayê Kurdistanê komkujiya Parîsê şermezar kirin

Siyasetmedarên kurd yên Rojavayê Kurdistanê bertek nîşanê komkujiya Parîsê da. Li Qamişlo sekerterê Partiya Demokratîk a Kurd ya li Suriyeyê (Elpartî) Nesredîn Îbrahîm û Sekreterê Partiya yekîtiya demokratîk a kurd ya Sureyeyê (Yekîtî) Mihyedîn Şêx Alî, komkujî wek bûyera li dijî Gelê Kurd bi navkirin û berpirsyarî avêtin ser milê Fransayê, ji wan xwestin ku di zûtirîn demê de bûyerê eşkere bike.

Sekerterê Partiya Demokratîk a Kurd ya Suriyeyê (Elpartî) Nesredîn Îbrahîm Qetilkirina Siyasetmedarên kurd a li Parîsê wek li dijî Tevgera Azadiya Gelê Kurde bi nav kir û diyar kir ku karên bi vî rengî tu carî xebata Gelê Kurd ranawestînin. Her wiha Îbrahîm li ser navê Partiya xwe sersaxî ji gelê Kurd re rêkir û got :'' Em wek Partî demokratîk a kurd li Sûreyêyê vê komkujiyê şermezar dikin. Em ji Hukmeta Fransî dixwazin ku bi karê xwe rabe û kujeran bigre dest û wan dadgeh bike. Ji ber ku berpirsyariya herî mezin ya wan e. Dubare em sersaxiyê ji Gelê Kurd û Malbatan re dixwazin''.

Îbrahîm wiha pê de çû: ''Bê guman bi destpêka xebata aştiyane ya Gelê Rojavayê Kurdistanê de, dijberên kurdan her dixwazin xebata li wir rawestînin. Ji ber kongreya ku ji alî Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) ku li Fransa ji bo destekdayina Rojavayê Kurdistanê hatibû li darxistin bersivandin''.

JI BO KURDAN WENDAHIYEK MEZINE

Sekreterê Partiya yekîtiya demokratîk a kurd a Suriyeyê (Yekîtî) Mihyeldîn Şêx Alî komkujiya Parîsê Şermezar kir û got: ''Bûyera ku li Parîsê pêk hatiye hema tu dikare bibêje ku dişibe bûyere Mîkonis a li Berlînê ku D. ŞerefKindî hate qetilkirin . Kuştina her sê hevalên me ne tenê di nav kurdan li hemû cihanê bandor kir. Bi rastî qetilkirina Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla wendahiyek pir mezine ji gelê kurd re . Wendahiya herî mezine ji Tevgera Azadiya Kurdistanê re. Wendahiyek mezin bû ji aştiyê re ji hemû aştîxwazan re. Bi vê bûyera Parîsê re 40 milyon kurd xemgîn bûn. ''

BERPIRS FRANSA ^Û HÊZÊN DIJBERÎ KURDANE

Alî da zanîn ku hêzên dijberî kurdan bi van bûyeran dixwazin Gelê Kurd ji xebatan dur bixin û du dilitiyê li ba kurdan peyda bike. Alî wiha pê de çû:''Bi vî rengî dixwazin kurdan bitirsînin. Yanî bi vê bûyerê dixwazin kurdan bikin dû dilî. Lê dê bi van bûyeran nikaribin vîna gelê Kurd binbixin. Bûyera Parîsê bûyerek terorê ye. Le gelê Kurd wê bi van buyerên wiha bêtir xwe bihêz bike. Bêti r wê xwe bi rêxistin bike. Van hêzên qirêj û planger wê eşker bibin. Wek çawa berê bûyera qetilkirina Qasimo û ya şeref Kenî eşkere bûye. Hikûmeta Fransayê berpirsyarê bûyere ye. Ji xwe berpirsyarê bûyerê Hikûmeta Fransaye û hemû hêzên navnetewî ye. Ji ber ev bûyer xeteriya xwe li ser hemû Ewropayê heye. Gerek bidin dû ta ku bûyerê eşkere bikin, kujera bidin dadgeha navnetewî. Her wiha em wek Endamê desteya bilina a kurd û endamên Desteya bilind û siyasetmedar em komkujiyê şermezar dikin''.