Partî û Saziyên Amedê: Xwedî li 3 jinên Kurd derbikevin

Partî û Saziyên Amedê: Xwedî li 3 jinên Kurd derbikevin

Partî û Saziyên Siyasî yên Kurd ên Amedê têkildarî merasima sê jinên Kurd yên ku li Parîsê hatin qetilkiirin daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de bang li gelê Kurd û hemû alîgirên ku xwedî wijdanin hate kirin ku beşdarî merasima cenayeyê sê jinên Kurd bibin.

Partî û Saziyên Sivîl yên Kurd ên Amedê li buroya Înîsiyatîfa Azadiyê têkildarî qetilkirina sê jinên Kurd yên Parîsê daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de Endamê Înîsiyatîfa Azadiyê Muhammed Akar, Serokê KADEP'ê yê Amedê Ciwanroj Ceylan, Berdevkê Koma Diyalogê ya Dîcle û Firatê Muhîttîn Batman, Serokê Giştiyê DDKD'ê Îmam Taşçier û Serokê HAK-PAR'ê yê Amedê Vasfi Kahraman amadebûn.

Li sernavê komê têkildarî qetilkirina sê jinên Kurd yên li Parîsê û merasima cenazeyan Endamê Înîsiyatîfa Azadiyê Muhammed Akar daxuyanî xwend. Akar diyar kir ku, êrîşa ku li Parîsê li hemberî sê jinên Kurd pêk hatî di heman demê de li hemberî pêvajoya çareseriya pirsgirêka Kurd ku bi riya diyalogê bê çareserkirin pêk hatiye û wiha got: " Em vê êrîşê lenet û bi tund şermezar dikîn."

Akar da zanîn ku, divê gelê Kurd û hemû alîgirên bi wijdan xwedî li cenazeyên her sê jinên Kurd derbikevin û wiha dawî li daxuyaniya xwe anî: " Ev êrîşa bi êş ku li hemberî mirovên Kurd pêk hatiye ne ya destpêkê ye. Em hêvî dikin ku ev êrîş bidawî bibin. Divê ku bêzanîn ku gelê Kurd bêhtir xwedî li hevderket û bûn xwediyê êşekî hevpar. Ev bawer dikin ku dê ve li Amedê jî heman tişt pêk were û tu hêz nikarin hêvî û baweriya gelê Kurd têk bibe."