Parlementerê BDP’ê yê Rihayê Îbrahîm Ayhan ku li Girtîgeha Tîpa F ya Kurkçulerê girtiye, cara duwem krîza dil derbaz kir.
Parlementerê BDP’ê yê Rihayê Îbrahîm Ayhan ku piştî serhildana li Girtîgeha Tîpa E ya Rihayê 13 girtî şewitin û jiyana xwe ji dest dan, bi hinceta ku “Ewlekariya canê wî tueneye” di 19’ê Tîrmehê de veguhestibûn Girtîgeha Tîpa F ya Kurkçulerê. Bê îradeya Ayhan sewq hatibû kirin û di dema sewqê de krîza dil derbaz kiribû. Piştî dermankirinê xistibûn hucreya yek kesî.
Piştî wê Ayhan xistibûn qawîşa 3 kesî, dema ku parêzerê Ayhan, Îlhan Ongor di 11’ê Cotmehê de çû serdana muwekîlê xwe ragihand ku, cara duwem krîza dil derbaz kiriye. Parêzer Ongor ragihand ku, muwekîlê wî Ayhan di 5’ê Cotmehê de li girtîgehê krîza dil derbaz kiriye û rakirine Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeya Nimûne ya Adanayê Navenda Pêkanîna Seyhanê. Piştî dermankirinê dîsan vegerandine girtîgehê.” Ongor da diyarkirin ku, di dema serdanê de rewşa tenduristiya Ayhan baş bû.