Parlementera BDP'ê yê Amedê Nûrsel Aydogan, diyar kir ku ji bo mafên demokratîk ên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û kurdan bên dayîn bi girtiyên dest bi gireva birçîbûnê kirin re hevdîtin pêk anî û wiha got: "Di pêvajoya makezagonekî nû tê amadekirin de hêj nasnameya 20 mîlyon kurdan nayê nasîn. Girtî vê yekê sedema yekemîn dibînin. Girtiyan got divê Birêz Ocalan tevlî pêvajoya çareseriyê bê kirin. Gotin heta ev daxwaz tên dîtin dê çalakiya xwe bidomînin."
Endamên Diyar TUHAD-DER'ê bi armanca balê bikîşînin ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şertên girtîgehan li ber Girtîgeha Tîpa D a Amedê daxuyanî dan çapemeniyê. Dayîkên Aştiyê, Hewildanan 78'an, Parlementera BDP'ê ya Amedê Nûrsel Aydogan, Hevseroka Rêxistina BDP'ê ya Amedê Zubeyde Zumrut, TUHAD-DER û TUHAD-FED û gelek welatiyên din tevlî daxuyaniyê bûn.
Parlementera BDP'ê ya Amedê Aydogan, diyar kir ku di salvegera darbereya faşîst de li girtîgehên Tirkiyeyê girtiyan dest bi çalakiya gireva birçîbûnê ya bêdem û dorveneger kirin û wiha got: "Îro çalakiya girtiyan di roja 14'emîn de ye. Ez duh li Girtîgeha Tîpa D bûm. Min bi girtiyên di 12'ê îlonê de dest bi çalakiya gireva birçîbûnê kirin re hevdîtin pêk anî. Girtiyan diyar kir ku ew ji bo tevkariyê bidin çareseriya pirsgirêka kurd çalakiyê li dar dixin."
Aydogan, anî ziman ku girtî dibêjin astengiya li pêşiya pirsgirêka kurd çaresernabe astengiya mafê perwerdehiya zimanê zikmakî, nasname û çanda kurda nenasîn e û wiha axivî: "Di pêvajoya makezagoneke nû tê çêkirin de hêj nasnameya 20 mîlyona gelekî tê tunekirin. Girtî sedema yekemîn vê nîşan didin. Pirsgirêka herî girîng jî şerên Birêz Abdullah Ocalan ên tendurîstî, ewlehî û azadiyê ne. Ev yek ji me re gotin. Girtiyan ji me re gotin divê Birêz Ocalan tevlî pêvajoya çareser bê kirin. Heta ev daxwaz tên bicih anîn dê çalakiya xwe bidomînin."
Aydogan, da zanîn ku ji bo Tirkiye demokratîk bibe divê pirsgirêka kurd bê çareserkirin û wiha got: "Em baş dizanin ku Birêz Ocalan û 4 girtiyên din ên li Îmraliyê sal û nivîn bi malbat û parêzerên xwe re nikarin hevdîtinê bikin û hevdîtin tên astengkirin. Heke riyên Îmraliyê bên vekirin û destûra hevdîtinan bê dayîn dê pêvajo ber bi erêniyê ve biçe û Birêz Ocalan dê tevkariyeke erênî bide pêvajoyê."