PAJK’ê êrîşa ku li Parîsê li dijî 2 siyasetmedarên Kurd ên ji pêk hat weke “pêngava plana tasfiyekirinê û xebatek a kontrayê” bi nav kir û got: “Em ê ji bo aşkerekirina berpirsên vê komkujiyê û hesabpirsînê têkoşîna xwe bi awayeke sê qat xurtir bikin. Em ê bi ruh û rika têkoşînê ya hevala me Sakîneyê bersivê bidin êrîşê.”
Meclîsa Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê (PAJK) derbarê êrîşa ku li Parîsê pêk hat û di encamê de yek ji damezrênerên PKK’ê Sakîne Cansiz, nunera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan û jina ciwan a Kurd Leyla Soylemez têde hate kuştin daxuyaniyek da.
PAJK’ê da zanîn ku di heman demê de Sakne endama Meclîsa PAJK’ê jî bû û bi bîr xist ku Cansiz, Dogan û Soylemez bi awayeke hovane li Parîsê hatin qetilkirin. PAJK’ê destnîşan kir ku bi vê yekê dixwazin kadroyên sereke yên tevgera wan bikin hedef û vê êrîşêbi hêrs û kînek mezin şermezar kir û banga xurtkirina têkoşînê kir.
PAJK’ê destnîşan kir ku ger dewleta Franseyê vê bûyerê ronî neke, dê ji parastina wan her sê siyasetmedarên jin û komkujiyê berpirsyar be.
PAJK’ê di serî de bang li jinan û hemû gelê Kurd kir ku xwedî li van jinên Kurd ên siyasetmedar derbikevin û got: “Em ê ji bo aşkerekirina berpirsên vê komkujiyê û hesabpirsînê têkoşîna xwe bi awayeke sê qat xurtir bikin. Em ê bi ruh û rika têkoşînê ya hevala me Sakîneyê bersivê bidin êrîşê.”
PAJK’ê di şexsê her sê jinên Kurd ên siyasetmedar de hemû şehîdên têkoşîna azadiya Kurdistanê bi bîr anî û bang li hemû jinên Kurd, gelê Kurd û bi taybet li girseya Kurdan a li Ewropayê kir ku li hemberî vê yekê bê deng nemînin û xwedî lê derbikevin.