Ozsoy: Hewl didin me bikişînin nava xeleka ji agir
Namzetê parlamenteriyê yê HDP'ê yê Çewlikê Hişyar Ozsoy ê çû cihê duh êvarê êrîş li hemberî partiya wan hat kirin û got, "Hewl didin me bikişînin nava xeleka ji agir. Em ê nekevin xefika wan."

Ozsoy ku duh bi şev çû cihê bûyerê, çavdêriyên xwe ji ANF'ê re vegot. Ozsoy anî ziman ku gel gelekî bi hêrs e û got, "Lê belê haya gelê me ji her tiştî heye. Bûyer duh piştî mîtînga Serokkomar pêk hat. Dixwazin me bixin nava şînê û ji rojeva xwe dûr bixînin. Lê belê em ê nekevin xefika wan."
Ozsoy got, "Li Çewlikê û tevahiya welêt hewl didin me bikişînin nava vê xefikê. Li gelek navçeyên me êrîş dewam dikin. Dixwazin rewşê xumamî û provoke bikin. Em bi hêrs in, lê belê em ê bi xwînsarî tevbigerin. Dixwazin me ji rojeva me dûr bixînin, gelekî ditirsin. Hewl didin me bikişînin nava xeleka ji agir. Em hêvîdar in ku gelê me bi rêveberên partiya me re cenazeyê me bi awayekî koordîneyî defin bike. Em ê xebatên xwe dewam bikin, em ê dilsoziya xwe ya bi şehîdê xwe re bi meşandina xebatên xwe nîşan bidin."