Piştî ku gêrîlayên HPG’ê li Şemzînan û Elkê herêm xistin bin kontrola xwe, artêşa Tirk windahiyên zêde dan, fermandarên artêşê li Meletiyê kombûn.
Serfermandarê Giştî Necdet Ozel, Fermandarê Hêzên Bejahî Hayrî Kivrikoglû û Fermandarê Hêzên Hewayî Mehmet Erten di demjimêrên sibehê de birêya hewayî hatin Meletiyê.
Fermandarê 2’mîn Artêşê Galîp Mendî fermandar pêşwazî kirin û li 2’mîn Fermandariya Artêşê civîn pêkanîn. Hate hînbûn ku, civînê 4 demjimêran dom kiriye. Fermandarê 2’mîn Artêşê Galîp Mendî piştî çalakiya li Elkê operasyona Katoyê birêve biribû.