Operasyonên YPG/YPJ’ê li dijî çeteyan didomin -BI DÎMEN-
Navenda Ragihandina YPG’ê der barê operasyon û pevçûnên li kantonên Kobanê û Cizîrê de daxuyaniyek weşand.
Navenda Ragihandina YPG’ê der barê operasyon û pevçûnên li kantonên Kobanê û Cizîrê de daxuyaniyek weşand.
Navenda Ragihandina YPG’ê diyar kir ku operasyona 3 roj beriya niha li rojhilatê Kobanê li dijî çeteyên DAIŞ’ê hatibû destpêkirin bi serketî bi dawî bûye û 10 gund hatine rizgarkirin. Navendê destnîşan kir ku li herêma Cizîrê jî derbeyên giran li çeteyan hatine xistin.
Navenda Ragihandina YPG’ê der barê operasyon û pevçûnên li kantonên Kobanê û Cizîrê de daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de li ser pevçûnên li herêma Til Temir û Hesekê yên Kantona Cizîrê ev agahî hatin dayîn:
“Tehdîda çeteyên DAIŞ’ê ya li ser sînorên Kantona Cizîrê û operasyona ku hêzên me ya li hemberî vê tehdîde dimeşinîn, berdewam dike.
Piştî êrîşên çeteyan ên li hemberî gundên Qeşqa û Hêla yên ku şeva berê hatibû destpêkirin hatin şikandin, hêzên me li van qadan xebata lêgerîne meşandin. Di encama van xebatên li eniya Alya hatin meşandin de hêzên me 46 termên çeteyan bi dest xistin. Dîsa hêzên me 50 çekên cur bi cur, hejmarek zêde cebilxane û amûrên leşkerî bi dest xistin.
Piştî van xebatan hêzên me şevê din beşa rêya duwelî (navneteweyî) ya Surî-Iraq a ku ji milê Alya derbas dibe de serdestiya xwe çekirin û ev rê xistin bin serweriya xwe.
Şevê din li nêzîkî Hesekê jî di navbera hêzên me û komên çeteyan de pevçûnên gelekî dijwar hatin jiyandin. Hêzên me di pevçunên şevê din ên li gundê Salihiyê de derbeyên giran li çeteyan xistin. Qasî hatiye zelalkirin li vî gundî 8 çete hatine kuştin. Hêzên me li vir tevî 2 termên çeteyan dest danîn ser 2 çekên BKC û 2 çekên kilêş.
Îro danê siharê jî komên çeteyan li hemberî gundê Til Mecdel êrîşek li dar xistin. Piştî pevçûnên dijwar ev êrîşa çeteyan hate şikandin. Hejmara kuştî û birîndarên çeteyan a di van pevçûnan de nehatiye zelalkirin.
BERXWEDANA KOBANÊ DIDOME
Di berdewama daxuyaniyê de der barê pevçûnên li Kantona Kobanê de jî ev agahî hatin dayîn:
“Berxwedana Kobanê ya ku li hemberî hewldana dagirkeriya çeteyên DAIŞ’ê tê meşandin di roja 237’emîn de berdewam dike.
Operasyona hêzên me ya bi navê Tolhildanê Şehîdên Bexdik û Eydaniyê ya ku li rojhilatê Kobanê ev 3 rojin li dar dixin bi serketî bi encam bû. Di vê operasyona ku me roj bi roj der barê wê de agahî parve dikirin de hêzên me bi giştî 10 gund rizgar kirin. Hêzên me yên ku gundên Xirabê Zer a jêr û jor, Rekasê ya jêr û jor, Kortik, Horik, Kêste û Metîniye ye yekemîn, duyemîn û seyemîn rizgar kirin, derbeyên giran li çeteyan xistin.
Di encama vê operasyonê de hêzên me tevî 7 termên çeteyan dest danîn ser doçkayeke 23,5 mm, 2 BKC, 2 roketavêjên B7, 6 kilêş, yek Bruno, 4 raxt, 2 dûrbînên rojê, dûrbînek termal, 3.000 fîşekên kilêşan, 3.000 fîşekên BKC, 7 gulleyê roketavêja B7, 10 bombeyên destan, 2 qutî fîşekên doçkaya 12, 5 mm û 50 bîdon mayinên bi dest hatine çekirin.
2 rêhevalên me yên ku di serkeftina vê operasyonê de roleke girîng listîn bi lehengî şer kirin û gihîştin şehadetê.
Ew pevçûnên ku duh piştî êrîşên çeteyan ên li hember gundê Qilhaydê ya başûr rojhilatê Kobanê destpê kiribûn, hîn jî berdewam dikin Di van pevçûnên dijwar de heta niha qasî hatiye zelalkirin 25 çete hatine kuştin. Hêzên me li vê qadê tevî 4 termên çeteyan dest danîn li ser roketavêjek B7 û bêtelek.
Di vê berxwedana bêhempa ya li hemberî êrîşên çeteyan de 4 rêhevalên me yên ku bi lehengî şer dikirin gihiştîn şehadetê.”
Di dawiya daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku hêzên YPG’ê şevê din li hemberî komên çeteyan ên ku li gundê Ummişok a li başûrê Til Hemis di amadakariyên êrîşê de bûn, operasyonek lidar xistine. Di daxuyaniyê de hate gotin ku di vê operasyonê de komên çete hatine bêbandorkirin û qasî hatiye zelalkirin 6 endamên çeteyan hatine kuştin.”