Operasyonên qirkirina siyasî: 6 girtin, 2 binçavkirin
Bi bahaneya 'endametiya rêxistinê' û 'propaganda rêxistinê' hatin girtin. 2 kes jî hatin binçavkirin.
Bi bahaneya 'endametiya rêxistinê' û 'propaganda rêxistinê' hatin girtin. 2 kes jî hatin binçavkirin.
Tevî qirkirina fîzîkî operasyonên qirkirina siyasî bi fermana AKP û Qesrê dewam dikin. Li Şirnex, Mêrdîn û Rihayê 6 kes hatin girtin, 2 kes jî birîndar bûn.
ŞIRNEX
Li navçeya Şirnex Silopiyayê ye, kesê bi navê Agit Şik ê pêr di serdegirtina malê de hat binçavkirin, piştî lêpirsîna li emniyetê, sewqî dozgeriyê hat kirin. Li dû lêpirsîna li vir Şik bi îdîaya 'endametiya rêxistinê' û 'propaganda rêxistin' ji bo girtinê sewqî dadgehê hat kirin, dadgehê jî biryara girtina wî da û Şik şand girtîgehê.
MÊRDÎN
Li navçeya Mêrdîn Dêrikê, kesên bi navê Mûrat Ozkizil, Mehmet Temel, Mehmet Dagli û Şerîf Yildirim ên sê roj berê ji aliyê leşkeran ve di serdegirtina malan de hatin binçavkirin, bi îdîaya "endametiya rêxistinê" ji aliyê dadgehê ve hatin girtin. Kesa bi navê Mulkiye Şîmşek jî ji ber heman hincetê duh hatibû binçavkirin.
RIHA
Li navçeya Sêweregê ya Rihayê di serdegirtina malan de 2 birayên perwerdekar Serhat Ayebe û Lokman Ayebe hatin binçavkirin. Her du birayên mebesta binçavkirina wan nehatin zanîn şandin Midûriyeta Polîsan a Navçeyê.