Operasyonên li Şemizînan û Dêrsimê didomin

Operasyonên li Şemizînan û Dêrsimê didomin

Operasyona artêşa Tirk ji 9’ê Îlonê ve daye destpêkirin berdewam dike. Her wiha, operaysonên li navçeyên Pulur û Pulumur ên Dêrsimê berdewam dikin û duh jî operasyonek nû hate destpêkirin. Her wiha gerîlayan li Dêrsim û Mêrdînê jî rê kontrol kir.

Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê der barê operasyon û çalakiyên gerîlayên HPG’ê yên li seranserê Bakûrê Kurdistanê de agahî da.

LI DIJÎ LÛLEYA PETROLÊ ÇALAKÎ

Di daxuyaniyê de hat gotin; “Di 16'ê Îlonê de li navbera Erzingan û navçeya wê Kamahe li derdora herêma Beşîkliyê li dijî îstasyoneke wanaya xeta lûleyên petrolê lê ye ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiyê de di xeta lûleyan de zirara maddî çêbûye.”

LI DÊRSIMÊ RÊ HAT KONTROLKIRIN

Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê diyar kir ku di 17'ê Îlonê de di navbera saet 17.30-20.00'an de li navbera Dersim û navçeya wê Pulurê li nêzî Pira Vengê ji aliyê gerîlayan ve rê hatiye kontrolkirin û got; “Di wesayitên hatine rawestandin de nasname hatine kontrokirin û gel di derbarê pêvajoyê de hatiye agahdarkirin.”

OPERASYONA LI DÊRSIMÊ DIDOEME

HPG’ê da zanîn ku di 17'ê Îlonê de li navbera Dersimê û navçeya Pulemûrê li dijî herêmên Ûzûntarla, Pagalê û pira Kortanê ji aliyê artêşa “dagirker” a tirk operasyonek hatiye lidarxistin û got; “Operasyona li herêmê hîn jî berdewam dike” û ev agahî da:

“Di 17'ê îlonê de di saet 10.00'an de li naveçaya Pulura Dersimê li dijî herêmên Yaylagunu, Şoşveng û Gayretbabayê ji aliyê artêşa dagirker a tirk operasyonek hatiye ldiarxistin. Operasyona li herêmê hîn jÎ berdewam dike”

LI MÊRDÎNÊ KONTROLA RÊ; 5 KES HATIN BINÇAVKIRIN

Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê der barê çalakiya kontrola rê ya gerîlayan a li Mêrdînê de jî got; “. Di 17'ê Îlonê de di navbera saet 18.30-19.30'an de li Mêrdînê li li herêma Dêvana di navbera navçeyên Midyad û Kerboranê de ye ji aliyê gerîlayên me ve rê hatiye kontrolkirin. Di 70 wesayitên hatine rawestandin de nasname hatine kontrokirin û gel di derbarê pêvajoyê de hatiye agahdarkirin. Herweha 2 mamoste û 3 karkerên bendavê hatine binçavkirin û ji ber neberdewamkirina karên dikin û li ser xwesteka gel ev 5 kes serbest hatine berdan.”

Di berdewama daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di 17'ê Îlonê de di navbera saet 11.00-12.00'an de li navçeya Şemzînana Colemergê li dijî quntarê Gostê ji aliyê artêşa “dagirker” a tirk bi balefirên şer êrîşeke hewayî hatiye lidarxistin û der barê şer û pevçûnên li Şemizînanê de jî ev agahî hatin dayîn; “Herweha di heman rojê di tevahiya rojê li dijî herêmên Neqeba Gostê, Neqeba Nîrkola, Navserên Ewliyayê bi hewan û obusan hatiye bombekirin.

GERÎLAYAN RÊ KONTROL KIR

Di 17'ê Îlonê de di navbera saet 09.00-18.00'an de li Colemergê li navbera navçeya Gever û Gerdiyayê li herêma Geliyê Doskiyê jia aliyê gerîlayên me ve rê hatiye kontrolkirin. Di wesayitên hatine rawestandin de nasname hatine kontrokirin û gel di derbarê pêvajoyê de hatiye agahdarkirin.

Di 9'ê îlonê de ji aliyê artêşa dagirker a tirk li navçeya Şemzînana Colemergê li dijî herêma Sênalayê operaysonek hatibû lidarxistin. Di 17'ê Îlonê de di navbera saet 13.00-18.00'an de bi helîkopterên skorskyan li herêmên Geliyê Nehrê, Kerkît, Gundê Bêntor û Girê Sênalayê leşker daxistine û operasyon berfireh kirine. Operasyona li herêmê hîn jî berdewam dike.”