Hate ragihandin ku, li herêma Besta ya Şirnexê bi tevlîbûna gelek leşker û helîkopteran amadekariyên operasyonek berfireh tên kirin. Li Çiyayê Tendurekê yê di navbera Wan û Agiriyê de jî operasyona leşkerî hate destpêkirin.
Hate îdîakirin ku, 23'mîn Fermandariya Tumena Sînor ya Cendirmeyan ya Şirnexê, Fermandariya Alaya Tevgera Taybet ya Çakir Sogut û Fermandariya Alaya Sêgirkê amadekariyên operasyonekî hewayî û bejayî dikin. Hate ragihandin ku, ji bo cerdevan tevlî operasyonê bibin zextan pêk tînin. Hate angaştin ku, cerdevan li hemberî vê yekê derdikevin û naxwazin tevlî operasyonê bibin.
LI TENDUREKÊ OPERASYONA LEŞKERÎ
Li Çiyayê Tendurekê yê di navbera Agirî û Wanê de bi tevlîbûna gelek wesayîtên zirxî operasyona leşkerî hate destpêkirin. Li gorî agahiyan şevên din ji navçeya Giyadînê ya Agiriyê ber bi bejahiya gundê Tutekê yê li quntara Çiyayê Tendurekê ve operasyona leşkerî hate destpêkirin. Ligel wesayîtên zirxî yekîneyên taybet jî tevlî operasyonê bûn. Her wiha wesayîtên teybet ên li ser berfê diçin ên bi palet jî di operasyonê de cih digirin. Operasyon berdewam dike.