Operasyona li Tendurekê didome

Operasyona li Tendurekê didome

Operasyona ku li Çiyayê Tendurek yê Agiriyê hatiye destpêkirin didome. Teqwiyeyên yekîneyên nû ji herêmên Kanîspî û Gurdê re şandin.

Operasyona ku li herêmên Kanîspî û Gurd yên navçeya Giyadîna Agiriyê hatî destpê kirin didome. Di pevçûna ku 16’ê Îlonê de li herêmê derketî û 2 gêrîlayên HPG’ê jiyana xwe ji dest dayî, yekîneyên nû ku cerdevan jî di nav de şandin herêmê.

Çavkaniyên herêmî ragihandin ku, cih cihan pevçûn didomin, bidirêjahiya şevê liv û tevgera ambûlansan hebû.