Operasyona leşkerî ya li Bestayê berfireh dibe

Operasyona leşkerî ya li Bestayê berfireh dibe

Operasyona duh li herêma Besta ya Şirnexê hatibû destpêkirin, bi berfirehî berdewam dike.

Duh serê sibê li herêma Besta ya Şirnexê operasyonekî berfireh hatibû destpêkirin. Ji 23'emîn Fermandariya Tumena Sînor ya Cendirmeyan ya Şirnexê û Fermandariya Alaya Tevgera Taybet ya Çakir Sogutê gelek leşker û helîkopter tevlî operasyonê dibin û operasyon hêj berdewam dike. Li gorî agahiyên hatin bidestxistin di nav de cerdevan jî heyî gelek yekîneyên taybet li herêmê hatin bicihkirin.

Li herêmê operasyon berdewam dike û herêmê ji aliyê helîkopteran ve tê bomebaranakirin.