Operasyona ku li Mergêzerê dewam dike
Operasyoan ku artêşa Tirk ku di 24’ê Îlonê de li herêma Mergêzerê ya girêdayî navçeya Gevar a Colemêrgê dabû destpêkirin hê jî dewma dike.
Operasyoan ku artêşa Tirk ku di 24’ê Îlonê de li herêma Mergêzerê ya girêdayî navçeya Gevar a Colemêrgê dabû destpêkirin hê jî dewma dike.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê , têkildarî çalakiyên gerîla û operasyonên artêşa Tirk daxuyaniyek nivîskî da.
HPG’ê wiha anî ziman: “24’ê Îlonê li qada Mergezerê ya Geverê ya Colemergê artêşa TC’ê operasyonek da destpêkirin. Di nav çarçoweya vê operasyonê de 24’ê Îlonê saet 07.00’an gelek wesayitên zirxî hatin qada gundê Orkê û lêgerîn kirin. Heman rojê saet 17.30’an hêzên me bi ser yekîneyeke operasyonê de bi RPG-7’an êrîş kirine. Li vir hijmara mirî û birîndaran zelal nebûye. 25’ê Îlonê artêşa TC’ê leşker li gedûka Zeytûna danîne û di navbera 05.30’an heta bi 11.00’an şerekî giran çêbûye. Di vî şerî de 2 leşker hatine kuştin. Her wiha di dema şer de helîkoptêra bi tîpa Kobra li qadê xistiye û hêzên me bi çekên giran bersiv dane helîkoptêrê û helîkoptêr ji wir dûr xistiye. Heman rojê saet 11.00’an û 23.00’an bi balafirên şer, obûs û havanan li qadê hatiye xistin. Operasyon hê jî berdewam dike. Di operasyonan de 3 hevalên me şehîd bûne. Agahiyên sicîlê yên hevalên ku şehîd bûyin wê bi raya giştî re were parvekirin.
27’ê Îlonê saet 8.15’an bi çekên giran êrîş biriye ser girê Şehîd Cahîd ê Çelê ya Colemergê, hêjmara mirî û birîndarên leşkeran zelal nebûye.
Di dewama daxuyaniya HPG’ê de ev agahî hatin parvekirin:
20’ê Îlonê berê sibehê artêşa TC’ê operasyonek bi ser qadên Çemçê û Qula de yên girêdayî Kaxizman a Qersê de birine. Heman rojê saet 13.00-16.00’an şer çêbûye. Di vî şerî de 1 jê çawişê pispor gelek leşker hatine kuştin lê hijmar zelal nebûye. Artêşa TC’ê qedemeyekê paş ve vekişiyaye û bi tang, obûs, hawan û Kobrayan li qadê xistiye. Di şer de 2 gerîlayên me bi lehengî şer kirine û şehîd bûne. Agahiyên sicîlê yên hevalên ku şehîd bûyin piştre wê bi raya giştî re werin parvekirin.
Artêşa TC’ê 27’ê Îlonê saet 19.00-20.00’an bi balafirên şer li qada mintiqeya Lolan a qada Xinêrê ya li Qadên Parastina Medya xistiye.”