Operasyona Bestayê bi dawî bû

Operasyona Bestayê bi dawî bû

Operasyona li herêma Besta ya Şirnexê hatibû destpêkirin bi dawîbû.

Operasyona di 12'ê kanunê de li dijî Herêma Besta ya Şirnexê hatibû destpê kirin şevê din bi dawîbû. Ji 23'emîn Fermandariya Tumena Sînor Ya Cendirmeyan û Fermandariya Alaya Tevgera Taybet Ya Çakir Sogutê gelek leşker û yekîneyên taybet bi piştgiriya helîkopteran tevlî operasyonê bibûn.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmê hatin girtin şevê din gelek cerdevan û yekîneyên taybet ji herêmê veqetiyan. Hate zanîn ku leşker bi wesayîtên sivîl ji herêma operasyonê anîn.