Oge ji aliyê deh hezaran ve hat oxirkirin

Cenazeyê Hamdullah Oge yê ku li Çewlîkê di encama êrîşa çekdarî de jiyana xwe ji dest da bi tevlîbûna deh hezaran kesan hate definkirin.

Cenazeyê Hamdullah Oge yê ku li Çewlîkê di encama êrîşa çekdarî de jiyana xwe ji dest da bi tevlîbûna deh hezaran kesan hate definkirin. Parlementerê HDP'ê yê Çewlîkê Îdrîs Baluken têkildarî înfazê de daxuyaniyên balkêş dan û diyar kir ku cînayet bi axaftina Serokomar Erdogan a li Çewlîkê kirî ve girêdayî ye û wiha got: "Înfaz planên B û C yên Erdogan behs dike li Çewlîkê xistin dewrê." Baluken anî ziman ku înfaz bi awayekî plansazî pêk hatiye û wiha axivî: "Em dizanin ku hikûmeta AKP'ê ji bo vê cînayetê kontrayên bi fermana taybet hatin peywirdarkirin şandin Çewlîkê û Kanîreşê."

Cenazeyê ajokarê wesayîta anonsê yê HDP'ê Hamdullah Oge yê ku şevê din li herêma Nevalakamiş a gundê Alpîran a navçeya Kanîreşê ya Çewlîkê dema vedigeriya mala xwe hate înfazkirin bi merasîmekî hate oxirkirin. Cenazeyê Oge piştî karên otopiyê yên li Saziya Tipa Edlî ya Erziromê bi konvoyekê anîn Kanîreşê. Cenazeyê Oge ji aliyê hezaran kesên di nav de rêveberên HDP'ê û namzetên HDP'ê heyî ve hate pêşwazîkirin û pişt re ber bi gundê Karahamza ve derxistin rê. Konvoya cenaze ya ber bi gund ve çû li hemû gundan bi girseyî û dirûşmeya "Şehîd namirin" ve hate pêşwazîkirin. Cenazeyê Oge di ketina gund de ji aliyê girsê ve bi ser milan birin gund. Darbesta Oge ji aliyê ciwanan ve hate hilgirtin û di meşê de posterên Oge û alên PKK û KCK'ê hatin hilgirtin.

DEMÎRTAŞ JÎ TEVLÎ MERASÎMA CENAZE BÛ

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş ê ku ji bo tevlî mitînga Erziromê bibe li heremê bû jî tevlî merasîmê bû û demekê bi girseyê re meşiya.

Cenazeyê Oge piştî li mizgeftê nimêja cenaze hat kirin ji bo maf helaliyê bibin ber malê. Li ber malê demên hestiyar pêk hatin. Hevsera Oge û 6 zarok cenaze pêşwazî kirin. Welatiyên tevlî merasîma cenaze bûn jî demên hestiyar jiyîn.

POSTERÊ HEVSERÊ XWE HEMBÊZ KIR

Piştre cenaze ber bi goristana gund ve derxistin rê û di vê demê de hevsera Oge Serhat Oge ber bi darbesta hevserê xwe ve çû û posterê hevserê xwe hembêz kir. Di demên hestiyar pêk hatin û girseyê dirûşmeya “Ey şehîd xwina te li erdê namine” berz berz kirin. Girseyê li goristanê rêzgirtinê pêk anî û sruda "Çerxa Şoreşê" xwendin. Dema girse li goristanê bû li quntarê çiyayê li hemberî goristanê dengê 21 guleyan bilind bû.

Piştî rêzgirtinê cenazeyê Oge bi duayan hate definkirin. Dema karên definkirinê pêk hatin Namzetê HDP'ê yê Amedê Îdrîs Baluken malbat amoşker kir.

Piştî karên definkirinê bi dawî bûn Îdrîs Baluken li goristanê axaftinek kir. Baluken diyar kir ku di pêvajoya muzakereyê de ji bo aştî bê Kurdistanê weke partî û gel bi baldarî tevgeriyan. Baluken anî ziman ku lê di pêvajoya muzakereyê de Tayyîp Erdogan û AKP'ê bi polîtîkayên şer ji Şengalê heya Kobanê ji Amedê heya Kanîreşê cenaze şandin. Baluken da zanîn ku ji bo li Tirkiyeyê ciwan nemirin dayîn negirîn û ev ax bi xwînê neyê avadan hemû êş di dilê xwe de veşartin. Baluken bilêv kir ku îro jî êşa wan gelek mezin e bi vê êşê bi hêrsekî gelek mezin in û wiha got: "Lê ji her duyan mezintir vîna me ya aştiyê û ya çareseriyê heye. Hikûmeta AKP'ê û Tayyîp Erdogan di pêvajoya hilbijartinê ya du mehan de ji Giyadîna Agiriyê dest pê kirin heya Mêrsîn û Edeneyê bombe teqandin li 81 bajaran li hemberî xebatkarên partiya me êrîş pêk anîn, serî li provokasyona dan, kemîn anîn û herî dawî li Kanîreşê hevalê me Hamdullah înfaz kirin û rûyê xwe yê rast derxistin holê. Rûyê Tayyîp Erdogan û AKP'ê yê rast teşhîr bûye. Em baş dizanin ev cînayet hefteyek berê li Çewlîkê hate plankirin û xwestin bixên dewreyê. Ji bo vê cînayetê hikûmeta AKP'ê kontrayên bi peywirdariya taybet anîn Çewlîkê û Kanîreşê. Ev pêvajo çend meh berê piştî merasîma cenazeyê şehîdê me Alî Bozan bi suîkat li midûrê polîsan ê Çewlîkê û li pirsa Genç 4 hevalên me înfaz kirin dest pê kir. Heman ekîban ev kar kiriye."

Baluken wiha berdewam kir: “AKP dixwaze dewleta kur, hêza kontra, JÎTEM a nû ya girêdayî AKP’ê li Çewlikê rêxistin bike û ji vir plana kaosê îxracî Tirkiye û Kurdistanê bike. Êdî hemû Tirkiye dizane ku piştî ku Tayyîp Erdogan hate Çewlikê û li dijî partiya me û gelê me gef xwar, heqeret kir ve rasterast girêdayî ye.”

Baluken di axaftina xwe de ev pirs ji Erdogan kir: “Ti dizanî kiryarên vê êrîşê ji ku derê hatiye? Yên ku ev êrîş kirin duh saet di 11.00-12.00’an de ji yekîneyên cendirmeyan a Kanîreşê çek girtine, ku dizanî şahidên bûyerê ji bo vê yekê nêrînên xwe anîne ziman? Piştî ku cinayet kirin ji vir çûne û hemû agahî û qeydên wesayîtê niha li gelek deverên Kanîreşê li kamerayên Mobeseyê de ne, ti vê dizanî?

PLANA ERDOGAN A B Û C DI DEWRÊ DE YE

Baluken destnîşan kir ku Erdogan bersiva wan pirsan hemûyan dizane û wiha axivî: “Ligel ku ti bersiva van pirsan dizanî jî kiryaran dernaxînî û nîşaneyên dê qetlîam bidomin didî me. Duh bi tesadufî hevalê me di wesayîtê de tenê bû. Di wesayîtê de dibe ku 10-20 kes jî hebin. Bi vî yekê hate xwestin plana kaosê bixin dewreyê. Hevalê me ji wesayîtê daxistin û qetilk kirin li wesayîtê dilopek xwîn jî tineye. Di bedena wî de nêzî 50 gule hene. Piştî ku hevalên me qetilkirine ji bo ku peyamê bidin partiya me û gelê me wesayît qulqulî kirine. Em dizanin tiştekî tesadufî nîne. Ev plana B-C a Erdogan a ku dixwaze li Çewlikê, Kanîreşê derbasî jiyana bike ye. Em ê destûrê nedin vê yekê. Planên te yên ku dixwazî bînî pêşiya gelên Tirkiyeyê çi dibe bila be em ê destûrê nedin.”

Baluken bilêv kir ku hevalê wan Hamdullah 2 mehan li Kanîreşê gund bi gund, mal bi mal geriyaye û teka tişt kiriye hedef ew jî daxwaza azadî û statuyê li meclîsê bê dîtin bû û ji bo vê yekê canê xwe daniye holê. Baluken wiha axivî: “Em ê vê daxwaza te pêk bînin. Ji bo vê hedefa te pêk bînin em ê hemû tiştên xwe daynin holê û pêk bînin. Dibe ku bi qetilkirina hevalê Hamdullah ji canê wan parçeyeke bigirin lê gelê me li pişt me ye. Em di şexê wî de soz didin hemû şehîdên azadiyê û heka gelê kurda zad be, Kurdistana azad pêk bê, Tirkiye demokratîk bibe, Rêberê Gelê Kurd bê nava gelê xwe em ê ji têkoşînê paş ve gav neavêjin.”

Baluken xwest ku di 3 rojên dawî de gel li dijî provokasyonên AKP û Erdogan bihistiyar bin û wiha gotinên xwe bi dawî kir: “Duh li mîtînge Mêrsînê feraseta ku dibêje em ê we ji kurdên faşîst xilas bikin, ji bo kurdan bi hev bide qirkirin, xwînê bide rijandin em ji Kanîreşê dibêjin ku heke kul i Robokê, Kobanê, Şengalê, Geverê, Kanîreşê xwîna bi hezaran ciwanan rijandiyê faşîst ti jî ev gel wê bi pêkanîna aştiyê bersiva herî baş bide te.”

Piştî axaftina Baluken welatiyekî li ser gora Oge helbesten xwend û merasîma cenaze bi vî rengî bi dawî bû. Girse piştre hat gund û ji bo malbata Oge û xizmên wî sersaxî xwest.

Welatî dema ku ji gund vegeriyan hinek ji wan li cihê ku Oge hate qetilkirin sekînin û lêkolîn kirin.