Oge bi zêdehî 30 guleyan hate qetilkirin

Di çarçoveya lêpirsîna têkildarî qetilkirina ajokarê wesayîta anonsê yê HDP'ê Hamdûllah Oge de deket holê ku Oge bi zêdeyî 30 guleyan hatiye qetilkirin.

Di çarçoveya lêpirsîna têkildarî qetilkirina ajokarê wesayîta anonsê yê HDP'ê Hamdûllah Oge de deket holê ku Oge bi zêdeyî 30 guleyan hatiye qetilkirin.

Dozgerê Komarê yê Kanîreşê têkildarî qetilkirina Hamdûllah Oge yê ku şevê din li herêma Nevalakamiş a gundê Alpîran a navçeya Kanîreşê ya Çewîkê dema bi wesayîta xwe ya bi plaqeya 12 AJ 474 a vegerandî wesayîta anonsa HDP'ê ber bi gundê Karahamza ve diçû rastî êrîşa çekdarî hat û jiyana xwe ji dest da lêpirsîn da destpêkirin. Di çarçoveya lêpirsînê de li cihê Oge lê hatî înfazkirin lêkolîn tê kirin.

Yekîneyên leşkerên Fermandariya Jendermeyan a Kanîreşê piştî înfazê li ser agahiya welatiyan hatin cihê bûyerê û piştî lêkolînekî kin xwestin ekîbên Lêkolîna Cihê Bûyerê yên Midûriyeta Polîsan a Çewlîkê bên cihê bûyerê rawestiyan.

Wesayîta ayîdî Hamdûllah Oge ya hatî gulebarankirin jî ji bo lêkolînê birin Fermandariya Jendermeyan. Yekîneyên leşkeran bi du wesayîtan şevê li cihê bûyerê û li cem wesayîtê nobet girtin û li benda polîsan man. Yekîneyên li bendê bûn serê sibehê hatin cihê bûyerê.

Ekîbê bi du kuçikên hatin perwerdekirin hatin cihê bûyerê û piştî têkildarî bûyerê ji rayedarên leşkeran agahî girtin li cihê bûyerê dest bi xebatan kir. Ekîban li cihê Oge lê hatî înfazkirin lêkolîn kirin û qalikên guleyan kom kirin. Qalikên hatin tesbîtkirin wêneyên hatin kişandin û hatin numrekirin. Li gorî tesbîtan wesayîta Oge çep û rast hatiye gulebarankirin. 

Lêkolînên ekîban hêj berdewam dikin. Cenazeyê Hamdûllah Oge piştî înfazê rakirin Nexweşxaneya Dewlêtê ya Kanîreşê û pişt re ji bo otopsiyê şandin Saziya Tipa Edlî ya Erziromê. Hate zanîn ku karên otopsiyê temem bûn. Cenazeyê Oge ji bo definkirinê ber bi Kanîreşê ve derxistin rê.

Hêj encaman otopiyê nehatine aşkerkirin. Li gorî agahiyên Namzetê HDP'ê yê Çewlîkê Serhat Gumuş ê ku bi cenaze re çû Erzîromê yên ji dozger girtin li ser bedena Oge zêdehî şopa 30 guleyan hate tesbîtkirin.

Hate hînbûn ku gule piranî li serî û sînga Oge ketine.