Ocalan: Pêwîstiyek mezin a Kurdan bi Mam Celal heye

Ocalan: Pêwîstiyek mezin a Kurdan bi Mam Celal heye

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji ber nexweşiya Serokomarê Iraqê Celal Talebanî xemgîniya xwe nîşan da û xwest Mam Celal demek berî demekê baş bibe.

Serokkomarê Iraqê Celal Telebanî û Serokwezîrê Iraqê Nûrî Al-Malikî di roja 18'ê Kanûna 2012'an li bîroyaTelebanî civiyan. Di wê şevê de tenduristiya Telebanî têk çû û wî rakirin nexweşxaneyê. Telebanî ji 20'ê Kanûna 2012'an ve li paytextê Almanyayê Berlînê, li nexweşxaneya navdar Charité tê dermankirin.

Nûnerê YNK'ê yê Enqereyê Behrûz Gelaleyî hin agahî dane Puk-Mediyayê û diyar kir ku Abdullah Ocalan ji Mam Celal re silav şandine û behsa girîngiya rola wî kiriye. Li gorî agahiyan Ocalan wiha gotiye: "Xirabûna rewşa tendurustiya Mam Celal di vê demê de xisareke mezin e. Ji ber ku pêwîstiyeke gelek mezin bi wî heye. Mam Celal bi taybetî di qonaxa aştiyê de dikarî roleke mezin bilîze."