Komeleya Nûbihar bertek nîşanî axaftina Wezîrê Perwerdeyê yê Tirk Omer Dînçerê ku ‘Kurd û Zaza’ ji hev cûda kiribûn, da û wiha got: “Dewlet bila dest ji tarîfeyên nû ku kurdan ji hev parçe dike , berde. Bila li hemberî hebûna netewa kurd û cure curbûna wê bi rêzdarî tevbigere.”
Komeleya Nûbihar derbarê mijarê de daxuyaniyek nivîskî da û wiha got: “Ji avabûna lomarê heta niha kurd rastî pêkanînên asîmîlasyonê hatine. Tirkiyeya Kemalîst bi tu awayî nêzî qebûlkirina netewa kurd nebûye. Îro jî heman şaşî tê kirin. dema dîtin înkarkirina dewleta kurd fêde nabîne, serî li riyeke din didin û hewl didin kurdan ji hev veqetînin.”
Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Di 1925’an de bi serhildana kurdên Zaza re bi birayên xwe yên din re bi pêşengiya Şex Saîd re ji bo mafên netewî û olî serî hildan. Dewletê jî dest bi propaganya ji hev veqetandina kurmanc û zazayan kir. Hewl da kurdan bi hev bidin şkandin. Ev siyaseta parçekirinê heta roja me ya îro jî hatiye. Herî dawî Wezîrê Perwerdeyê Omer Dînçer li Çewlîkê pirtûka dersa hilbijarte ya kurdî ku mamosteyên Zanîngeha Artuklu amade kiribûn, nîşan da û wiha got; Em dê zazakî weke zimanekî din pêşkêşî we bikin.’ Vê careke din nîşanê me daye ku hikûmeta oldar û muhafazakar li ser polîtîkayên xwe yên Kemalîst tu girîngiyê nade nirxên kurdî.”
Daxuyaniyê de berdewam kir: “Di cîhanê de ne tenê kurd, zimanê hemû netewan ji zaravayan pêk tê. Mînak di ser hatin Tirkan a ji Asyaya Navîn hezar sal derbas bûye û ligel ku di navbera komên tirk de cudahiyên olî û civakî çêbûne jî dewleta tirk hê zimanên tirkmen, azerî, qirgiz, Qezax, ozbekan û kipçakan wekê yek ziman dibîne. Lê dema dor bê me ne wisa ye. Dewleta tirk radibe zimanê me wekr du netew bi nav dike. Zaza kurd in û ev rastî ne tenê di çavkaniyên kurdan de di hemû çavkaniyên îslamî û tirk de jî xuya ye. Ger wezîr ji pisporiya mamosteyên Artuklu bi guman e bila guh bide Ewliya Çelebî, Mustafa Kemal û Ziya Gokalp.”
Di dawiya daxuyaniyêde hat diyar kirin ku bila zaza bê deng nemînin û hate diyar kirin ku bila dewlet bi ji ber xwe tiştan dernexe û li hemberî hemûna kurdan bi rêz be.