Nobeta xebatkarên Van TV û Dogû Radyo di roja 4. de ye

Xebatkarên Van TV û Dogû Radyo li dijî girtina qenalên televîzyon û radyoyê, ev 4 roj in di nobetê de ne.

Nobeta xebatkarên Van TV û Dogû Radyo yên ku bi  Biryarnameyên Xwedî Hukmê Qanûnî mohr li deriyê wan hat xistin li ber avahiya TV'yê di roja 4’an de didome. Xebatkarên ku her roj serê sibehê saet di 10.00'an de li ber avahiya TV'yê ya li taxa Suphanê ya Artêmêtê tên gel hev, heta saet 18.00'an nobeta xwe didomînin. Xebatkar ji hêla nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl, partiyên siyasî û hempişeyan wan ve têne ziyaretkirin. Kedkarên ku bi awayekî komunal xwarin û çaya xwe li ber avahiyê çêdikin, diyar kirin ku heta televziyon û radyoyên bi awayekî bêhiqûqî hatine girtin bên vekirin ew ê çalakiya xwe bidomînin.

Van TV li ser navnîşana www.habervantv.com û Dogû Radyo jî li ser navnîşana www.doguradyo.com.tr ên înterenetê weşanên xwe didomînin.

Koordînatorê Giştî yê Van TV'yê Serdar Altan, diyar kir  ji ber ku wan rastî ragihandine, mohr li deriyê wan hatiye xistin. Koordînatora Dogû Radyo Leyla Ayaz jî anî ziman ku ew ê têkoşîna xwe ya mafdar heta dawiyê bidomînin û banga xwedîderketinê li hemû kesî kir. Ayaz, bi lêv kir ku ger gel piştgirî bide dibe ku tiştek bê kirin û wiha got: "Me ji bo gel rastî radigihandin. Ji ber wê piştgiriya ku ew bidin me dibe ku bibe wesileya gelek tiştan."

Nûçegihanê Van TV'yê Fazil Elçî bal kişand ser hevkariyê û wiha axivî: "Ger em di nava hevkariyê de bin wê kes nikaribe pêşî li mafê gel ê nûçegirtinê bigire."