Nobeda Azadiyê di hefteya 143. de ye
'Nobeda Azadiyê' ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî li ber avahiya Konseya Ewropayê hat destpêkirin, di hefteya 143. de bê navber dewam dike.
'Nobeda Azadiyê' ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî li ber avahiya Konseya Ewropayê hat destpêkirin, di hefteya 143. de bê navber dewam dike.
'Nobeda Azadiyê' ya ji aliyê Însiyatîfa ji Ocalan re Azadî ve li bajarê Fransa Strasbourgê bi daxwaza 'Azadî ji Ocalan, statuya siyasî ji gelê Kurd re' li ber avahiya Konseya Ewropayê destpê kir, ji aliyê çalakgerên ji herêma Lîmbûrg a Hollandayê ve tê meşandin.
Nobeda 'Ji Ocalan re Azadî' ya roja 992'an li dû xwe hişt, ji roja Yekşemê û vir ve ji aliyê Hêlîn Payîz, Binevş Guler, Nûrê Mêrdîn û Mehmet Batmanî ve tê meşandin.
Mehmet Batmanî ku cara sêyemîn e beşdarî çalakiya nobedê dibe, bêdengiya Ewropa ya li komkujiyan şermezar kir û got, "Pêkhatina aştî û aramiyê li Rojhilata Navîn, bi perspektîfên Rêber Ocalan pêkan e û bi azadiya Rêbertiyê re ev yek dikare bi ser bikeve. Ji bo azadiya Ocalan û girtiyên siyasî, ev sê carin ez tevlî vê çalakiya 3 sal in dewam dike, dibim. Lewma gelekî serbilind im. Heta Rêberê me azad bibe, em bi biryar in ku vê çalakiya xwe dewam bikin."
Batmanî, çeteya DAIŞ'ê û yên destekê didin vê çeteyê şermezar kir û banga yekîtiyê li Kurdên li çar parçeyên Kurdistanê kir. Batmanî destnîşan kir ku ji bo Kurdan konferansa neteweyî û yekîtî ji her tiştî bêhtir pêwîst e.
'DÊRSIM JI BO ME ÊŞEKE ÇAWA BÛ, ŞENGAL JÎ HEMAN ÊŞ BÛ'
Jinên çalakger jî serketina Kobanê û pêngava azadiyê ya piştî vê serketinê destpê kir, silav kirin û gotin, "Bi pêvajoya dawî re vîzyona Tevgera Azadiyê ya Kurd a li cîhanê guherî. Îllegalîteya beriya niha hatibû ferzkirin, bû mijara nîqaşê û ev pêşketinên girîng in."
Jinan ragihandin ku di demên dawî de yekîtiya Kurdan xurt bûne û bi pêşkêşkirina desteka madî û manewî ya Kurdên li Ewropayê re xwedîderketina li Tevgera Azadiyê cihê kêfxweşiyê ye.
Jinan banga xwedîderketina li Nobeda Azadiyê dubare kirin û gotin, "Dêrsim ji bo me çi êş bû, Şengal jî îro bi heman rengî ye. Jin li welêt, li Ewropa li her cihî ya mafê wê tê binpêkirin e. Lê belê îro bi saya Rêbertiya xwe em ji koledariyê derketine, li nava civakê bûne xwedî cihekî hurmetdar. Heta Rêberê me azad bibe, em bi biryar in vê çalakiya xwe dewam bikin."
Çalakgerên ji koma Lîmbûrgê, Newroz li Rêberê Gelê Kurd, hemû girtiyên siyasî û gelan pîroz kirin.
Nobeda Azadiyê ku çalakiya herî demdirêj a Kurdistaniyên li Ewropayê ye, heta niha ji aliyê bi sedan kesî ve hatiye meşandin, bi sed hezaran broşur û belavok hatine belavkirin û bi zêdeyî 40 hezar kesî re sohbet hatiye kirin.