Nobeda Azadiyê bi koma Bordeaûx-Toûloûse dewam dike
Nobeda azadiyê ya ji bo Ocalan li avahiya Konseya Ewropayê di hefteya 150. de bi heman coş û biryardariyê dewam dike. Çalakî vê hefteyê ji aliyê Kurdistaniyên ji bajarên Fransa Bordeaûx û Toûloûse ve tê meşandin.
ANF
STRASBOÛRG
în, 8 gulanê 2015, 07:10
Nobeda azadiyê ya ji bo Ocalan li avahiya Konseya Ewropayê (KE) di hefteya 150. de bi heman coş û biryardariyê dewam dike. Çalakî vê hefteyê ji aliyê Kurdistaniyên ji bajarên Fransa Bordeaûx û Toûloûse ve tê meşandin.
Nobeda ji Ocalan re Azadî, îro di roja 1048. de ye. Nobeda ku her hefte ji aliyê komekê ve dewir tê girtin, ji roja Yekşemê û vir ve ji aliyê koma ji 3 kesan a ji bajarên Fransa Bordeaûx û Toûloûse ve tê meşandin. Kurdistaniyên bi navê Bakî Bakin, Yilmaz Kartal û Saît Yildirim, di hefteya bihurî de çalakî ji koma ji Rennesê dewir girtibûn.
Berdevkê komê Yilmaz Kartal der barê çalakiyê de agahî da û diyar kir ku ji roja Yekşemê heta niha wan bi sedan belavok û broşur belav kirine. Kartal da zanîn ku Ewropî eleqeyeke mezin nîşanî çalakiya wan didin û bi giranî li ser mercên dîlgirtina Ocalan, berxwedana Kobanê, têkoşîna li dijî DAIŞ'ê û hilbijartinên 7'ê Hezîranê de pirsan li wan dikin.
'DIVÊ GELÊ KURD XWEDÎ LI VÊ NOBEDÊ DERKEVE'
Yilmaz Kartal got, "Em ji bo Rêber Apo li vir in û girtina vê nobedê ji bo me şeref û rûmeteke mezin e. Ne hefteyekê bi sedan hefteyan be jî em dikarin bigirin. Heta ku Rêber Apo azad nebe, ne Rojhilata Navîn, ne jî gelê Kurd dikare azad bibin. Em bang li gelê Kurd ê bi rûmet dikin ku xwedî li vê nobedê derkeve. Ev yek, rêyeke nîşandana dilsoziya bi Rêbertiyê re ye."
'DENGEK DIKARE BENDÊ HILWEŞÎNE'
Ji çalakgeran Saît Yildirim jî bal kişand ser hilbijartinên 7'ê Hezîranê û got, "Ji 8'ê Gulanê û pê ve dûrbûna wê çiqas be jî divê her kes biçin ser sindoqan û dengê xwe bikar bînin. Dilopek qedeha avê, dengek bend derbas dike. Lewma hemû welatparêz, bêyî li benda roja dawî bisekinin, divê biçin û dengê xwe bikar bînin."
Yildirim banga xwedîderketina li sindoqên hilbijartinê kir û got, "Gelê me yê li welêt, heta ku encamên hilbijartinê werin aşkerakirin divê li ser sindoqan be."
'BILA SÛD JI NÊRÎNÊN OCALAN WERE GIRTIN'
Çalakger Bakî Bakin jî bang li welatên Yekîtiya Ewropayê (YE) kir ku xwedî li mafên mirovan û nirxên demokratîk derkevin. Bakin got, "Yek ji sedema hatina me ya vê derê ew e, ku parêzvanên mafên mirovan û demokrasiyê yên Ewropayê, zext û zordariya li Kurdan tê kirin, bibînin."
Bakin destnîşan kir ku girîng e ji nêrînên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên li ser sosyalîzm, demokrasî û mafên mirovan sûd werin girtin û anî ziman ku nêrînên Ocalan bingeha çareserkirina pirsgirêkan e.
Çalakgerên koma Bordeaûxê bang li gelê Kurd jî kirin ku bi awayekî aktîf tevlî karê pêçandina birînan û ji nû ve avakirian Kobanê bibe.
Çalakiya Nobeda 'Ji Ocalan re Azadî' ji 25'ê Hezîrana 2012'an û vir ve her roj bê navber ji saet 7'ê sibehê heta 17'ê êvarê dewam dike.
Herî dawî di 13'ê Sibatê de bi daxuyaniyeke çapemeniyê re 10,3 mîlyon îmzeyên ji bo azadiya Ocalan li gelemperiya cîhanê hatibûn komkirin radestî rayedarên Konseya Ewropayê hatibûn kirin.