Esnafên navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê ji bo gêrîlayê HPG'ê Aşîkar Bagok dikanên xwe ne vekirin.
Duh li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê cenazeyê gêrîlayê HPG'ê Alî Kiliç (Aşîkar Bagok) yê ku di 14'ê îlonê de di êrîşa li dijî Qereqola Harûna ya di navbera navçeyên Gever û Şemzînan yên Colemêrg de jiyana xwe ji dest da, ji aliyê deh hezaran kesan ve hate definkirin. Serê sibê esnafên navçeyê jî ji bo Kiliç dikanên xwe venekirin. Li navçeyê hemû dikan girtîne. Li navçeyê polîsan tedbîrên gelek berfireh girtin. Li ber saziyên dewletê û bankeyan gelek polîs hatin bicihkirin.