Li Nisêbînê ji ber gêrîlayê HPG’ê Alî Kiliç (Aşîkar Bagok) yê di pevçûnê de jiyana xwe ji dest da derabeyên xwe anîn xwar.
Ji bo cenazeyê gêrîlayê HPG’ê Alî Kiliç (Aşîkar Bagok) 14’ê Îlonê di çalakiya cangorî ya li dijî Qereqola Harûnan ya navbera navçeyên Şemzînan-Gever ya Colemêrgê jiyana xwe ji dest da, bigirin serî Saziya Tiba Edlî ya Meletiyê dan. Hate diyarkirin ku, piştî karûbarên fermî xilas bûn dê cenazeyê gêrîla Aşîkar bînin Nisêbînê. Ji bo gêrîla Aşîkar esnafên Nisêbînê derabeyên xwe girtin. Li tevahiya navçeyê esnafan derabe girtin, ji ber sedema pêwîstiyên neçarî firin vekirî hêlan.
Navçeya ku bêdengî lê serwere, li ber avahiyên gelemperî û bankeyan polîsan ewlekariyên berfireh girtine.