Li navçaya Nisêbînê ya Mêrdîne qetilkirina ciwanê ku duh ji aliyê tîmên taybet ve hate qetilkirin şermezar kir. Serokê BDP'a Nisêbînê Celal Ata diyar kir ku, piştî şer înfaz pêk hatiye û ev hovîtî ye.
Duh li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê polîs û tîmên taybet di ser malekê de girtin û di şer de kesê tê gotin gêrîlayê HPG'ê ye hat înfazkirin. Serê sibê welatiyên Nisêbînê neçûn ser kar û esnafan dikanên xwe venekirin. Polîsan li gelek noqte û kolanan tedbîrên mezin standin. Polîsan li dora avahiya BDP'ê çeper çêkir û kesên çûn avahiyê asteng kirin.
Li gel astengiyên polîsan gelek welatî hatin avahiya BDP'ê kom bûn. Piştî girse li ber avahiya BDP'ê kom bû, li vir daxuyanî hat dayîn. Serokê BDP'a Nisêbînê Celal Ata, Şaredara Nisêbînê Ayşe Gokkan, Nûnerên MEYA-DER'ê û gelek welatiyên din amade bûn. Komê di daxuyaniyê de "Zext me bêzar nakin", "Şehîd namirin", "Kurdistan dê ji faşîzmê re bibe goristan" û "PKK gele, gel li vire" qîriyan.
Serokê BDP'a Nisêbêbînê Celal Ata destnîşan kir ku, di şer de gêrîlayê HPG'ê Mehmet Şirin Cebe jiyana xwe ji dest da û wiha got: "Endamê HPG'ê bi awayeki hovane hat înfazkirin. Hevalê me heq nekir ku bê înfazkirin. Hemû gelê me bû şahidê bûyerê. Hevalê me Mehmet Şirin înfaza bi vî rengî heq nekir. Gelê Nisêbînê mafdar û bi hêrse. Em wekî gelê Nisêbînê tu carî baweriya xwe winda nakin û em dê bêtir têkoşîna xwe bilind bikin. Em dê li doza wan xwedî derkevin."