Newroza Qoserê bi tevlîbûna hezaran destpê kir

Di çarçoveya pîrozbahiyên Newroza îsal a bi şîara ‘Êdî bes e ji Rêber Apo re azadî’ pêk tê li Qoserê bi hezaran kes herikîn qada mîtîngê.

Di çarçoveya pîrozbahiyên Newroza îsal a bi şîara ‘Êdî bes e ji Rêber Apo re azadî’ pêk tê li Qoserê bi hezaran kes herikîn qada mîtîngê.

Li navçeya Qoser a Mêrdînê ji bo pîrozbahiya Newrozê bi hezaran kes di saetên zû yên sibehê de herikîn qada Newrozê.  Di saetên sibê de li navçeyê bi sedan kesî agir pêxist û Newroz pîroz kirin. Piştî pîrozbahiya li taxan gel çûn qadê.  Welatiyan cil û bergên xwe yên gelerî li xwe kirin û di pîrozbahiya Newrozê de cihê xwe girtin.

Di Newrozê de polîsan tedbîrên ewlehiyê girtin û hebûna wesayîtên zirxî û TOMA’yan bal kişand.

Qada Newrozê bi alên YPG, YPJ, PKK û posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat xemilandin û pankartek mezin a bi nivîsa ‘Newroz pîroz be, Êdî bes e ji Rêber Apo re azadî’ hat daliqandin.

Li aliyê din di ketina qadê de stand hatin vekirin û tîşortên kesk, sor, zer tên firotin.

DENGÊ DIRÛŞMAN ASÎMAN DIHEJÎNE

Bi hezaran kesên herikîn qadan r3uyê xwe girtin û bertek nîşanî ‘Qanûna Ewlekariya Hundir’ dan.

Bi hezaran kes ligel govendê dirûşmên, ‘Bijî serok Apo", "Bê serok jiyan nabe", "Bijî berxwedana YPG-YPJ’ê" berz kirin.

Posterên Ocalan û alên PKK û PYD’ê hatin hildan. Li platformê sirûd hat xwendin.

Dirûşmayên ji bajêr hil dibe erd û asîman dihejîne.  Komîteya Amadekar a Newrozê axaftina vekirinê kir û pîrozbahî bi deqeyek rêz girtinê destpê kir.

Pîrozbahî bi axaftina Hevşaredarê Qoserê Îsmaîl Asi didome.