Newroza Qoserê bi dawî bû

Li Qoserê mîtînga Newrozê ya bi şîara ‘Êdî bes e, ji Rêber Apo re azadî” ya bi deh hezaran kes beşdar bûn bi dawî bû.

Li Qoserê mîtînga Newrozê ya bi şîara ‘Êdî bes e, ji Rêber Apo re azadî” ya bi deh hezaran kes beşdar bûn bi dawî bû.

Bi deh hezaran kes beşdarî pîrozbahiya navçeya Qoser a Mêrdînê bûn. Bi deh hezaran kesên li ber muzîkê govend gerandin, daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin. Di pîrozbahiyê de berxwedana Kobanê û Rojava hat silavkirin.

Mîtîng piştî axaftinan bi komên muzîkê yên herêmî dewam kir. Li ber muzîkê govend hat gerandin û pîrozbahî bi dirûşman dawî bû.

Piştî pîrozbahiyê bi hezaran ciwan bi dirûşmên, dilsoziya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re ber bi navenda navçeyê ve meşiyan.

Meş li Qada Azadiyê ya Qoserê bi dawî bû.