Nerazîbûnên li dijî êrîşa li Amedê dewam dikin

Li hemberî êrîşên li dijî mîtînga HDP'ê ya li Amedê, çalakiyên protestoyî dewam dikin. Kurdistanî û dostên wan ên li Qibris, Înnsbruck, Marbûrg û Stûttgartê hikûmeta AKP'ê şermezar kirin.

Li hemberî êrîşên li dijî mîtînga HDP'ê ya li Amedê, çalakiyên protestoyî dewam dikin. Kurdistanî û dostên wan ên li Qibris, Înnsbruck, Marbûrg û Stûttgartê hikûmeta AKP'ê şermezar kirin.

QIBRSI/LÎMASOL

Li bajarê Qibris Lîmasolê, bi awayekî girseyî êrîşa li dijî mîtînga HDP'ê ya li Amedê hat protestokirin. Çalakgeran dan xuyakirin ku ji êrîşê Erdogan û Hikûmeta AKP'ê berpirsyar in û hêrsa xwe nîşan dan.

Di axaftinên li çalakiyê de hat ragihandin ku bi vê êrîşê re hatiye xwestin derb li aştî û hilbijartinê were xistin. Hat destnîşankirin ku mîna her carê, vê carê jî êrîşên terorê ji aliyê Gelê Kurd ve hatiye pûçkirin û wê aştî bi ser bikeve. Çalakgeran diyar kirin ku di hilbijartinên îro de wê desthilatdariya heramiyan hilweşe.

AWÛSTÛRYA/ÎNNSBRUCK

Li bajarê Awûstûrya Înnsbruckê, êrîş hat protestokirin. Mîtînga protestoyî ya ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ve hat organîzekirin li Annasaule hat lidarxistin.

Di çalakiya ku bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo welatiyên di êrîşê de jiyana xwe ji dest dan destpê kir de, li ser navê Ciwanên Azad Gamze Eren mafê axaftinê wergirt û anî ziman ku HDP a aştî, azadî û wekheviyê diparêze, bi nefret, şer û êrîşê bersiv dîtiye.

Li ser navê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd jî Ekan Tekîn peyivî û diyar kir ku gelê Kurd bi salane li hewldanên bi vî rengî yên komkujiyan rast tê. Tekîn da xuyakirin ku her carê jî gelê Kurd û dostên wan yekîtiya xwe xurt dikin û got, "Em wan ew jî me nas dikin. Û ew vê dizanin, ku me ti carî serî li ber zilmê netewandine. Em ê serê xwe li ber wan netewînin."

MARBÛRG

Li bajarê Elmanya Marbûrgê jî komeke YXK'yî ya ji 50 kesî li ber HBF civiya û êrîşa li Amedê şermezar kir. Xwendekaran meşeke mezin lidar xistin. Ciwan di dema çalakiyê de li hewldaneke faşîstan a provokasyonê rast hatin û bi qîrîna dirûşmên "Kurdistan wê ji faşîzmê re bibe goristan" nerazîbûna xwe nîşan dan. Ciwanan banga destekkirina HDP'ê kirin.

Ciwanên ku bi qasî du saetan meşiyan, li sê cihên cuda mîtîng pêk anîn, broşur belav kirin û bal kişandin ser girîngiya azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. Ciwanan her wiha xwestin, qedexeya li ser PKK'ê were rakirin.

STÛTTGART

Li bajarê Elmanya Stûttgartê, êrîşa li dijî mîtînga HDP'ê ya li Amedê, bi awayekî girseyî hat protestokirin. Nûnerên pêkhateyên HDP'ê AGÎF, AABF, DÎDF û Meclîsa Gel a Demokratîk li vir axivîn û komkujî protesto kirin.

Meşa bi beşdariya bi hezaran kesî li ber Konsolosxaneya Tirk destpê kir û heta HBF dewam kir. Endama Komîteya Amadekar Ayfer Ber di axaftina xwe ya li mîtîngê de diyar kir ku êrîşên li hemberî HDP'ê bi zanebûn ji aliyê dewletê ve tê organîzekirin û destnîşan kir ku êrîş wê ti carî wan netirsînin.

...