BI DÎMEN

’Nebin amûrê lîstokên dijmin’

Du keçên ciwan ên nû tevlî têkoşîna PKK`ê bûne, bang li malbata xwe dikin ku ”bila ji bo lîstokên dijmin nebin amûr û dest ji cerdevantiyê berdin”.

Li hemberî têkoşîna PKK`ê dewleta Tirk heya niha bi polîtîkayên cerdevantiyê ve xwestiye bi destê cerdevanên Kurd têkoşîna Kurdan bi paş bixe. Ji derketina PKK`ê heya niha her ku artêşa Tirk dikeve nava zehmetiyan bêhtir cerdevanên Kurd dide pêş. Li cihên ku bi xwe nikare biçe cerdevanan dişîne. Li dijî vê polîtîkaya dewleta Tirk bangên PKK`ê jî çêdibin. Tevî ku hin cerdevan çekê berdidin jî îro li Kurdistanê polîtîkayan birakujî û cerdevantiyê bi tevahî ji holê ranebûye. Di şexsê malbata xwe de ji bo tevahiya cerdevanan bangekeke nû hat. Du keçên ciwan ên tevlî refên gerîla bûne diyar kirin ku ”bila ji lîstokên dijmin re nebin amûr û dest ji cerdevantiyê berdin.”

‘HÊVIYA ARTÊŞA TIRK CERDEVAN IN’

Gerîlaya bi navê Bêrîtan Koçer a ji bajarê Wanê bi bîr xist ku niha li ser Kurdistanê û li ser gelê Kurd pêvajoyeke nû ya qirkirinê tê meşandin û di vê pêvajoyê de dewlet bi destê cerdevanan şer dimeşîne. Bêrîtan Koçer axaftina xwe wiha domand: ”Dewleta Tirk, bi dest cerdevanan ve Kurdan bi hev dide kuştin. Îro artêşa Tirk li hember gerîla nikare şer bike. Ketiye nava tirsekê. Cerdevanan dişîne çeperên pêş. Divê hemû cerdevan bizanibin ji dîrokê heya niha sedema binketina Kurdan tevgerandina li gor lîstokên dijmin e. Gelê Kurd di pêvajoyeke girîng re derbas dibe, pêwîst e êdî li Kurdistanê bi polîtîkaya cerdevantiyê ve gelê Kurd neyê kuştin. Divê cerdevan nebin amûrê lîstokên dijmin.”

Bêrîtan Koçer wiha dawî li axaftina xwe anî: ”Bavê min jî cerdevan e, ji ber vê ez di şexsê bavê xwe de bang li hemû cerdevanan dikim ku bila êdî li gel têkoşîna gelê xwe cih bigirin. Neyên lîstokên dijmin, werin rêya rast, dest ji cerdevantiyê berdin.”

’BILA CERDEVAN LI HEMBER ZAROKÊN XWE ŞER NEKIN’

Gerîlaya bi navê Sorxwîn Pîrozî ya ji navçeya Elkê ya Şirnexê jî wiha axivî: ”Di vê pêvajoya girîng de dewleta faşîst a Tirk gelê me dikuje û dide koçkirin. Dîsa bi polîtîkayên wan ên qirêj ve bi navê cerdevaniyê gelê me li hember hev şer dike. Artêşa dagirker a Tirk li hemberî çalakiyên gerîla şikestî ye. Lewma jî li hemberî têkoşîna Tevgera Kurd cerdevanên Kurd bi kar tîne. Divê êdî ti kes nebe amûrên van  lîstokan. Ne bi navê cerdevantiyê ne jî bi navê tiştekî din divê li hember têkoşîna gelê Kurdistanê şer nekin.”

Sorxwîn Pîrozî herî dawî di serî de malbata xwe bang li hemû cerdevanan kir û got: ”Bangawaziya min ji bo hemû cerdevanan e; bila dest ji cerdevantiyê berdin. Ez bi taybet jî bang li cerdevanên Elkê û malbata xwe dikim, bila dev ji cerdevantiyê berdin û li hember zarokên xwe şer nekin. Di vê pêvajoya girîng de piştgirî nedin dijmin û bila li doza gelê Kurdistanê xwedî derbikevin.”

...